Îran ji rêxistinbûna jinan ditirse
Çarşem 3 Îlon 2025 - 03:30
Rojnamevan Şehla Mihemed têkildarî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê li ser jinan disepîne got; “Roj bi roj piştgiriya ji bo Şerîfe Mihemedî di qada navnetewî û navxweyî de zêdetir dibe. Ev yekîtî xwedî girîngiyek mezin e û dewlet ji vê yekitiyê ditirse.”
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê zext û êrişên rejîma Îranê li ser çalakvan, welatî û bi taybet jî jinan bê navber dewam dikin. Rejîm dixwaze bi cezayên darvekirinê dengê jinên azad qut bike û gel bitirsîne. Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî biriye. Erêkirina ceza rastî nerazîbûnê tê, derbarê mijarê de rojnamevan Şehla Mihemedî axivî.
Rojnamevan Şehla Mihemedî destpêkê bal kişand ser rewşa Rojhilatê Kurdista taybet jî ya jinan û got; “Piştî şerê 12 rojan yê di navbera Îsraîl-Îranê de, rewşa Îranê bi giştî û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê atmosferek leşkerî heye. Jin di nava vê atmosferê de dibin hedefa sereke ya êrişan, xelk bê sedem tên girtin û dewlet şikestina xwe bi tolhildana dijî gel vedişêre.”
Şehla Mihemedî got ku hemû sendîka û rêxistinên civaka sivîl bi hêceta bi hêzên siyasî ve girêdayîne di hedefa dewleta Îranê de ne û got; “Hertim Îran li ber karê van saziyane astengiyê çêdike, ji ber ku dewlet ji rêxistinbûnê ditirse, lewma divê jin çalakiyên xwe zêdetir bikin û dijî metirsiyan gel birêxistin bikin.”
Di dawiya axaftina xwe de rojnamevan Şehla Mihemedî got; “Roj bi roj piştgiriya ji bo Şerîfe Mihemedî di qada navnetewî û navxweyî de zêdetir dibe. Ev yekîtî xwedî girîngiyek mezin e û dewlet ji vê yekitiyê ditirse.”
SILÊMANÎ-ROJNEWS