Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 30 Tebax 2025 - 00:58

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 289[7]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî

Hewldanên Rehîm Sultanyan , Hîzba Demokrat a Veşartî ya Kurdistanê ji bo têkiliyê bi desthilatdarên Yekîtiya Sovyetê re di berjewendiya vejandina tevgera neteweyî de

Belgeya 1. Şîrovekirina Teymûr Yeqûbof, yek ji berpirsên ewlekariya Komara Azerbaycanê ya Sovyetê, derbarê nameyên Rehîm Sultanyan ji  bo Baqirof û Stalîn.

Bi temamî veşartî

Zanyarî

Derbarê wan belgeyên ku di têkiliyê de bi tevgera veşartî ya demokratîk li başûrê Azerbaycanê û Kurdistana Îranê ve hatine bidestxistin.

Di destpêka meha Adara 1950’an de, kesekî nenas ji bo me, bi navê Malîk Xaşabayev, ku welatiyê Sovyetê ye, têkiliyê bi hevalê Fîdorof, yek ji karmendên balyozxaneya Sovyetê re danî, ku ji bo rêvebirina karên îdarî ji Tehranê hatibû Tebrîzê. Wî ragihand ku çend nûnerên demokratan ji bo gotûbêjeke girîng daxwaza hevdîtinê bi me re dikin. Piştî redkirina vê hevdîtinê ji aliyê Fîdorof ve, Malîk Xaşabayev li wî cihî, ji aliyê demokratan ve, du rojname bi navê “Azerabadegan”, rûpelek vala ji deftereke bîranînê ya biçûk û sê pakêtên nameyên mohrkirî yên nevekirî da wî. Malîk Xaşabayev di dema radestkirina van de, ji Fîdorof re ragihand ku ev rojname xwedî peyamên şîfrekirî ne.

Bi lêkolîna van rojnameyan, ji me re derket holê ku bi rastî peyamên şîfrekirî bi zimanên Azerî û Farisî ji hevalê M.J. Baqirof û balyozê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê li Îranê, Sadçîkof, re hatine şandin.

Di van peyamên şîfrekirî de behsa damezrandina rêxistineke demokratîk a veşartî li başûrê Azerbaycanê hatiye kirin, ku amade ye desteyên partîzanî ava bike û di bûyera wergirtina nîşaneyekê de amade ye ji bo serhildanê. Herwiha nerazîbûn ji çalakiyên nûnerên Anglo-Amerîkî hatiye nîşandan, ku bi awayekî çalak xelkê ber bi xwe ve dikişînin, di heman demê de ku ew wekî rêxistineke demokratîk a veşartî ti têkiliyeke wan bi Azerbaycana Sovyetê re nîne. Ji ber vê yekê, daxwaza damezrandina vê têkiliyê ji bo wergirtina rêbernameyên ji bo rêvebirina karên xwe yên pêşerojê dikin.

Herwiha di van peyaman de, ji bilî behskirina nebûna bingeheke darayî ya pêwîst ji bo vê rêxistina demokratîk a veşartî, daxwaza damezrandina têkiliyê bi nûnerên Sovyetê re ji bo wergirtina rêbernameyên pêwîst hatiye kirin. Herwiha tekezî li ser vê yekê hatiye kirin ku niha li başûrê Azerbaycanê û Kurdistana Îranê, ji ber rewşa siyasî û aborî ya aloz, û herwiha kew û kula şoreşgerî ya gel, zemînê guncav ji bo şoreşa gel hatiye afirandin.

Di yek ji van nameyên vekirî de, ku li ser kaxeza bazirganî ya Rehîm Sultanyan li Mehabadê hatiye nivîsandin û ji “Pêşewayê Azadiya Cîhanê” re hatiye rêkirin, kurtezanyariyên derbarê rewşa Kurdên Îranê hatine dayîn. Nivîskarê nameyê behsa agahdarkirina domdar a nûnerên Sovyetê li ser rewşa Kurdên Îranê kiriye, herwiha daxwaza alîkariya darayî, çek ji bo dêmokratan û şîretên hûrgilî ji wan [nûnerên Sovyetê] kiriye.

Di nameya duyemîn de, ku ji bo “Pêşewayê Dadperwerî û Xebata ji bo Azadiya Mirovatiyê” hatiye nivîsandin, ji bilî kurtebêjeke derbarê rewşa taybet a Kurdistana Îranê, zanyariyên giştî derbarê çalakiyên Partiya Demokrat a Veşartî ya Kurdistanê hatine dayîn, ku niha navê xwe guhertiye bo “Komela Jiyana Kurd” û têkiliyên nêzîk bi partiyên demokratîk ên Iraq, Tehran û Tebrîzê re heye. Nivîskar behsa ragihandina tevahiya bûyerên Kurdistana Îranê û çalakiyên rêxistinî yên vê partiya veşartî bi awayê devkî ji nûnerên fermî yên Sovyetê li Îranê re dike. Ji bilî vê, tê gotin ku bi rêya Îhsan Teberî, endamê Komîteya Navendî ya Partiya Tûde ya Îranê, têkiliyê bi nûnerên Sovyetê li Tehranê re heye.

Ev belge ji aliyê Partiya Demokrat a Veşartî ya Kurdistanê “Partiya Jiyana Kurd” û Rehîm Sultanyan ve hatiye îmzekirin û dîroka wê 24ê Sibata 1950’an e.

Di berdewamiya vê nameya vekirî de, lîsteyek ji 40 eşîrên niştecihên derdora 19 bajarên Kurdistana Îranê, pêkhateya rêveberên organên partiyê, amûrên têkiliyê û rêjeya wan komên îrhabî tê de hatiye dayîn.

Di nameya sêyem a vekirî de, ku bi zimanê Kurdî ji bo Mela Mistefa hatiye nivîsandin, ji bilî behskirina Partiya Demokrat a Veşartî li Kurdistanê, daxwaza alîkariyê jê hatiye kirin.

Li gorî nebûna zanyariyên hûrgilî û lêkolîna wan, em derbarê hebûna rastîn a rêxistin an komên demokratîk ên veşartî li başûrê Azerbaycanê û Kurdistana Îranê, nikarin lêkolînek hûrgilîtir li ser van belgeyên pêşkêşkirî bikin.

Lê belê, em bawer dikin ku li gorî rewşa siyasî û civakî ya vê dawiyê ya Îranê, bi taybetî başûrê Azerbaycanê û Kurdistana Îranê, hebûna van rêxistinên dêmokratîk ên veşartî bi temamî mimkun e, bi taybetî ger rewşa vê dawiyê ya Îranê, herwiha başûrê Azerbaycanê û Kurdistana Îranê li ber çav bê girtin.

Bîr û baweriya me li gorî zanyariyên berdest derbarê hebûna 6 heta 7 komên cuda li başûrê Azerbaycanê, ku bêyî hebûna têkiliyeke rêxistinî û navendeke rêveberiyê, her yek ji wan di navbera 20 heta 70 endamî de ne, û hewldane bi rêya endamên Partiya Tûde têkiliyê bi nûnerên Sovyetê li Îranê re deynin, tê piştrastkirin.

Ji bilî vê, hebûna rêxistinên dêmokratîk ên veşartî li başûrê Azerbaycanê li gorî wê raporta fermî ya eşkerekirî ya ku General [Mihemed] Şabextî, fermandarê hêzên Îranê li Azerbaycanê, derbarê belavkirina daxuyaniyan di şeva 31ê Adara 1950’an de li Tebrîzê, ji bo stada giştî ya artêşa Îranê şandiye, tê piştrastkirin. Di van daxuyaniyan de behsa berdewambûna xebata dêmokratan li dijî kirina Îranê wekî baregeheke leşkerî ya emperyalîstên Amerîkî, herwiha hatina generalê Amerîkî Kolîks, ku di têkiliyê de bi berjewendiyên şerxwazan e, ji bo kirina Îranê wekî platformeke operasyona leşkerî li dijî Yekîtiya Sovyetê hatiye kirin. Ev daxuyanî bi bangkirina xelkê Îranê ji bo parastina vê welatê ji kişandina bo şer bi dawî dibe.

Dibe ku were texmînkirin ku rêxistina îstîxbaratî ya Anglo-Amerîkî li Îranê bi hîskirina hebûna hêzên veşartî li başûrê Azerbaycanê, bi rêya karmendên xwe, ku dibe Rehîm Sultanyan, ku li Şirketa “Nefta Anglo-Îran” kar dike, û Mistefa Sultanyan, bavê wî, rêveberê firotina berhemên neftê yên Şirketa “Nefta Anglo-Îran” li Mehabadê, ji wan kesan bin ku bi afirandina efsaneyan derbarê hebûna berfireh a rêxistinên dêmokratîk ên veşartî, bixwazin bi vê rêyê kanalekê ji bo dizîna nav van rêxistinên dêmokratîk ên veşartî li başûrê Azerbaycanê bibînin, kesên xwe têxin nav van rêxistinan û bi vê rêyê têkiliyê bi nûnerên Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê re deynin. Ne dûr e ku nûnerên rêxistinên dêmokratîk ên veşartî li başûrê Azerbaycanê, ji ber nebûna wê gumana ku Rehîm Sultanyan û bavê wî Mistefa Sultanyan têkiliyê bi rêxistinên îstîxbaratî yên Anglo-Amerîkî re hebin, têkiliyê bi wan re danîne û bi rêya Xaşabayev, welatiyê Sovyetê, van belgeyên jor bi awayekî fermî radestî nûnerê Sovyetê li Îranê kirine.Pêşniyarên me Tevî ku hebûna dêmokratên veşartî di şêweya rêxistinî an komên cuda li başûrê Azerbaycanê, bi awayekî objektîf bi wan zanyariyên ku ji bilî rêya Xaşabayevê bi dest me ketine tê piştrastkirin, lê belê em nikarin bi rêya nûnerên xwe yên fermî li Îranê têkevin têkiliyê bi dêmokratan re, herwiha têkiliyeke rasterast a veşartî bi wan re damezrînin, ji ber ku ev têkilî dê eşkere bibe. 

Bi destûra desthilatdaran, 2 heta 3 kesên dêmokrat ên Îranî yên bawerbar û xwedî ezmûn ên niştecihên Azerbaycana Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê, ji bo lêkolîna rewşê, piştrastkirina hebûna rastîn a van rêxistinên dêmokratîk ên veşartî û berhevkirina zanyariyên hûrgilî, bo başûrê Azerbaycanê bên şandin. 

Piştî lêkolîna hûrgilî ya rewşa rastîn a başûrê Azerbaycanê û piştrastkirina bêguman a hebûna rêxistin û komên dêmokratîk ên veşartî li wir, gavên pêwîst ji bo diyarkirina cure û şêwaza damezrandina têkiliya me bi wan re, û pêşkêşkirina cureyek alîkarî ji wan re bên girtin, herwiha hilbijartin û amadekirina kesên taybet ji bo anîna veşartî ya wan di pêşerojê de bo başûrê Azerbaycanê bê organîzekirin.

Îmze

Yeqûbof

24ê Nîsana 1950’an

Dirêjey heye….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.