Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de (Salên 1960 - 1947) 287[5]
Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî
Her çendî rêveberiya Partiya Tûde ya Îranê belavkirina wê pelê ya "Kurdistan"ê di çarçoveya rojnameya "Azerbaycan"ê de rawestand, lê bi hêviya vê yekê bû ku, bi rêka nemiran Dr. Elî Gelawêj, Dr. Rehîm Qazî, Dr. Qasimlo, Mamoste Hesen Qizilcî û Mamoste Kerîm Hisamî, yekîtiya rêxistinî ya Partiya Tûde ya Îranê û Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê dabîn bike. Ji ber vê yekê jî, alîkariya çapkirin û belavkirina rojnameya "Kurdistan"ê bi serokatiya Dr. Qasimlo hat dayîn.
"Ji Rebendana 1965 heta Xakelêwa 1970, bîst û şeş hejmarên Kurdistanê li Ewropayê [Prag] hatin çapkirin û belavkirin." [Kerîm Hisamî, cildê 3, r. 9-8]
Piştî yekbûna Partiya Tûde ya Îranê û Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê, çarenûsa Dr. Rehmî Qazî û Dr. Elî Gelawêj rasterast bi çalakiyên Partiya Tûde ya Îranê ve têkildar bû, û ligel Dr. Ebdurehman Qasimlo, Mamoste Kerîm Hisamî û Hesen Qizilcî heta destpêka dehsala 70yê ya zayînî di bin wê sîwanê de çalakiyên xwe berdewam kirin. Lêbelê paşê, bi taybetî piştî Kongreya Sêyem a Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê di Rezbera 1352 / Îlona 1973 de û destpêkirina qonaxeke nû di jiyana Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê de bi rêveberiya Dr. Qasimlo, rêça cudabûna wan ji hev dest pê kir.
Encam
Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê û Hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê di heyva 12 sala 1946an de û têkçûna tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd û Azerbaycanê, girtin, bidarvekirin û dûrxistina bi hezaran kes ji rêveberî, kadro, endam û alîgirên wan her dû neteweyan dest pê kir û ew ketin bin çarenûseke hevpar. Şoreşgerên Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê ji bo vejandina xebata neteweyî, çi li hundirê welat û çi li wê berî sînoran, xwe neda vê rewşê û li gorî derfet û şiyanên xwe dest bi çalakiyeke bêhempa kirin û nehiştin meşxela şoreşa Kurd bê vemirandin.
Beşek ji endamên Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê wek nemir Hesen Qizilcî, Mihemed Şapesandî, Ebdurehman Zebîhî, Xanî Bulûryan li başûrê Kurdistanê dest bi çapkirin û belavkirina çend hejmarên "Rêga" û hejmareke "Nîştiman"ê wek organa Komelê JK kirin. Û xwendekarên Kurd wek Rehm Qazî, Elî Gelawêj, Seyîd Kerîm Eyûbî, Mistefa Şelmashî, Seyîd Ezîz Şemzînî û hwd, li Bakuyê bi alîkariya Firqa Dêmokrat a Azerbaycanê di Mijdara 1947an de dest bi çap û belavkirina dewra duyem a rojnameya "Kurdistan"ê wek organa Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê di nav pelê duyem ê rojnameya "Azerbaycan"ê, organa firqê bi zimanê Kurdî, kirin. Wan bi nivîsandina babetên têkildarî pirsa kurd, avakirina "Komîteya Kurd" [1948] û xebata hevpar ligel endamên Partiya Demokrat a Kurd wek Mela Mistefa Barzanî, Mîr Hac û hwd., xebata xwe di bin navê Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê de berdewam kirin.
Mixabin di dîroknivîsîna Hîzba Dêmokrat a Kurdistana Îranê de, ji ber her sedemekê be, nihêrînek li çalakiyên wan kesan nehatine dayîn û girîngiya pêwîst jî nehatine dayîn. Dema ku piştî hilweşîna Komara Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve û serweriya rewşeke polîsî, girtin û kuştina azadîxwazên kurd û nebûna tevgereke bihêz li Kurdistanê, gelek kes li Rojhilatê Kurdistanê ketibûn bêhêvîtî û dilşewatî. Mamoste Hêmin di helbesta xwe ya "Rojgarê Reş" de bi awayekî pir xweş behsa vê rewşê dike û dinivîse:
Ew sal cejna me tal e
Dijminê zalim zal e
Law cîhê wan siyachel e
Destê doyan bi tal e
Wepaş ket xebata me
Dagîr e welatê me
Têperî roja hatina me
Rûxa koşka xwestina me
Ji mêrê azad û serkeş
Ji zehmetkêşê bêbeş
Axnirawe kuna reş
Nabînî kesê rûgeş
Tam di wî serdemê de, kurdên demokrat ên niştecihên Yekîtiya Sovyetê, bi belavkirina rojnameya Kurdistanê û bernameya nîv-saetî ya Radyoya "Heng"[Komel] bi zimanê Kurdî li Bakuyê, ku li Kurdistanê wek Radyoya "Dize" dihat nasîn, roleke dîrokî di bilindkirina moralê gelê Rojhilatê Kurdistanê de lîstin.
Bo nimûne, di beşek ji raporta nehênî ya 40 rûpelî ya 20ê Sibata 1951ê de, William S. Bardêt, konsulê Emerîkî li Tebrîzê, derbarê Azerbaycana Rojava, ku zanyariyên wî bi hevkariya Charles W. Cox, Jr., cîgirê konsul, hatine komkirin, derbarê bandora radyoya "nehênî" ya [Firqa] Dêmokrat a Azerbaycanê li Kurdistanê hatiye gotin:
Amûrê herî girîng ê propagandaya komunîstan radyo ye. Her roj bernameyên bi Farisî, Turkî û Kurdî ji aliyê qereqolên asayî yên Sovyetê, herwiha radyoya "veşartî" ya Dêmokrata Azerbaycanê ve têne belavkirin.
Li hemû bajaran qehwexane tijî mişterî ne û her yek ji wan radyoyek wekî amûrê sereke yê mijûlkirina gel heye, ku bi elektrîka bajêr an bi bataryayê dixebite. Herwiha ew gundên biçûk ên ku hatine serdankirin, radyoyên bi bataryayê hebûn; dihat gotin ku tew li gundên herî biçûk ên çiyayî yên Kurdistanê jî hejmareke berbiçav radyo dihatin bikaranîn. Ji xeynî vê, hemû çîn û tebeqeyên nexwenda jî destê wan digihîşt radyoyan û bi tu awayî ne tenê çîna dewlemend di nav de bû.Qalîteya wergirtina bernameyan li hemû navçeyan ji baş heta pir baş bû.
Dirêjey heye…
parvê bike
Nivîsên Hesen QAZÎ
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
9 tebaxê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
2 tebaxê
Dêmokratên Rojhilatê Kurdistanê
26 tîrmehê
Demokratên Rojhilatê Kurdistanê
19 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (282)
12 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (281)
5 tîrmehê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (280)
28 hezîranê
10 Wutuwêj legel Dr.Seevan Saeed (279)
21 hezîranê