Demokratên Rojhilatê Kurdistanê

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 23 Tebax 2025 - 00:12

Demokratên Rojhilatê Kurdistanê Di Belgenameyên Yekîtiya Sovyetê de  (Salên 1960 - 1947) 288[6]

Nivîskar û Wergêr: Kamran Emîn Awe
Kurmancî Kirin: Hesen Qazî

Bandora wan bernameyên radyoyî yên ku ji Yekîtiya Sovyetê têne belavkirin, ji aliyê wan kesan ve ku derbarê vê mijarê de bi wan re hat axaftin, hate pejirandin. Bikaranîna zimanê Kurdî bi awayekî berbiçav hejmara guhdarên vê bernameyê zêde kiriye. Rastî û leza tora dezgehên radio ya "binerdî" di komkirina nûçeyên navxweyî de bi ecêbmayî hate behskirin û hin berpirs ji tirsê ku bikevin bin rexneya sipîkeran, bi nîgeranî têne dîtin. Ew desthilatdarên ku rêbazên tund li dijî çalakvanên komunîst digirin, [ji aliyê radyoyê ve] bi nav lê têne êrîşkirin. Her çendî nirxandina rêjeya guhdarên vê Radyo ya "veşartî", yan jî asta bawerî û pêbaweriya ku bi gotarên wê heye zehmet be, lê bi teqezî dikare were gotin, yek ji çavkaniyên sereke yên nûçe û şîroveyan li navçeyê ye. Şiyana vê radio hanê ji bo balkişandina balê û êrîşkirina li ser hukûmeta Îranê û şîrovekirina rewşa jiyana niha, cih û pilekê berbiçav daye wê. [rûpel 7-8 ê raporê]

Ew çend kesên bi hejmareke kêm, lê pir berhemdar û çalak, tevî hemû astengiyên welatê girtî yê Yekîtiya Sovyetê, ne tenê xwe gihandin asta bilind a zanistî, lê belê bi nivîsandina kitêbên dîrokî, aborî û wêjeyî, herwiha weşandina nêzî 1337 hejmarên "Kurdistan"ê li Bakuyê di navbera salên 1947 û 1961î de û 26 hejmarên "Kurdistan"ê di navbera salên 1965 û 1970î de li Piragê, roleke baş di bilindkirina hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd de lîstin.

Ew bi hêviya wê yekê bûn ku dibe karibin li Yekîtiya Sovyetê, wekî yek ji hêzên sereke yên cîhanê ku cihê hêviya gelên bindest ên cîhanê bû, ji bo berjewendiya gelê Kurd sûd wergirin. Hemû hewl û çalakiyên Dr. Rehîm Qazî, Dr. Elî Gelawej, Dr. Qasimlo, nemir Kerîm Hîsamî û mamostayê pilebilind Hesen Qizilcî ku niştecihên welatên sosyalîst bûn, li gorî têkiliyên dîrokî yên Tûdeh û Dêmokratê di ber çêkirina derfeteke ji bo rojevêkirina pirsa Kurd li asteke berfireh û ji bo berjewendiya gelê Kurd bû.

Kar û çalakiyên van kesayetiyan bi ramana çep û marksîstî wekî rûpelek bi qîmet û zêrîn di dîroka Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê de tê pênasekirin. Wan ji her derfetê ji bo xizmetkirina doza Kurd sûd wergirt û nayê qebûlkirin ku bîr, kar, zehmet û navê beşek ji wan di wê serdema dîrokî de winda bibe. Kar û çalakiyên piraniya wan di çarçoveya rêxistinî ya Partiya Tûdeh a Îranê de pêdiviyeke rewşa dîrokî ya wê serdemê û serdestbûna ramana çep, herwiha hêviya Kurd, Azerî û neteweyên din ji bo çareserkirina pirsa neteweyî di sîstemeke sosyalîstî de, bi alîkarî û hevkariya Yekîtiya Sovyetê di cîhana duqutbî de bû.

Di desteya nivîskarên rojnameya "Kurdistan"ê de li Bakuyê, Rehîm Seyf Qazî di kongreyên duyem û çarem ên Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê de, û Sultan Wetemîşî di kongreya sêyem de wekî endamên rêberiyê hatin hilbijartin. Pirsgirêkên deha 70yê ya sedsala borî di navbera rêbertiya Partiya Tûdeh a Îranê û Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê de, derxistina Dr. Qasimlo ji Hîzba Tûdeh a Îranê, hêrs û tûretiya Dr. Kîanûrî sekreterê Partiya Tûdeh a Îranê ji Dr. Qasimlo, ku bawer dikir Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê ji partiya dayik dûr xistiye, herwiha rewşa aloz a piştî şoreşa 22yê Sibata 1357ê,[ 1979] wan kesayetiyan ku tevî vê yekê dilê wan hemûyan ji bo Kurd û Kurdistanê û Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê lê dida û xwesteka wan gihîştina mafê çarenûsî ya gelê wan bû, ji hev qut kir. Elî Gelawej û Hesen Qizilcî wekî endamên rêberiya Pariya Tûdeh a Îranê di zindana Êvînê ya Tehranê de bi destê kujerên Komara Îslamî jiyana xwe ji dest dan; Dr. Qasimlo sekreterê Hîzba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi destê terorîstên hukûmeta Îslamî ya Îranê li Viyanayê hate terorkirin, Dr. Rehîm Qazî ku piştî vegera ji Îranê bo Yekîtiya Sovyetê ketibû ber req û tûretiya rêberên Firqeya Dêmokrat a Azerbaycanê li Bakuyê û Kerîm Hîsamî ku piştî çend dehsalan têkoşîn, ji rêzên Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê hate derxistin, li Swêdê ji ber nexweşiyê, li dûrî welat serê xwe danîn û ji jiyanê koç kirin. Bê guman nivîsandina dîroka Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bêyî lêkolîna li ser çalakiyên van kesayetiyan netemam e û pêwîst e lêkolîneke cidî li ser were kirin.
Di dawiya vê mijarê de, sipasiyên xwe ji birêz Enwer Sultanî re ji bo çavdêrîkirina mijarê û Siyaweş Rencber Dayimî dikim ku bi dilgermî belgeyên Englîzî û Rûsî ji min re peyda kirin. Herwiha rêzên min ên taybet ji birêz Bêhrûz Mutelebzade re hene ku nameya Komîteya Navendî ya Firqeya Dêmokrat a Azerbaycanê, desteya nivîskarên rojnameya Azerbaycanê ya 5ê Îlona 1955an û nameya desteya nivîskarên rojnameya "Kurdistan"ê, organa Hîzba Dêmokrat a Kurdistanê ji bo Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Azerbaycanê ya 5ê Îlona 1957an ji Azerbaycaniya sîrîlîk wergerandiye ser zimanê Farisî da ku ez bikarim wergerînim ser zimanê Kurdî. Sipas ji birêz Kak Hesen Qazî re ku nameya nemir Rehîm Sultanyanî bi navê "Pêşewayên Azadiya Cîhanê" ji Farisî wergerandiye ser Kurdî.

Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.