Kurd çi dikin? 

Şiwan MERÎWAN nivîsand —

Şemî 24 Hezîran 2023 - 00:15

Dagirkerên Kurdistanê, bi awayekî hovane êrişî gelê me û xwezaya Kurdistanê dikin. Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Rojava û Bakur zêde kirine, û dixwaze di sed salî ya komara Tirkiyê de, derbeke mezin li gelê Kurd bixe. Ji bo vê li aliyekî li Astanayê pîlanê li dijî Rêveberiya Xweser a Rojava datîne, û li aliyê din li ber çavê raya giştî ya cîhanê, terorê dimeşîne û bi dronên xwe rêveberiya sivil a Rojava û şervanên azadiyê qetil dike. Li kêleka wê, Îranê niha ev zêdeyî 10 rojan e ku xwezaya Hewraman û Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê daye ber topan û agir bi daristan û xwezayê xistiye. Her çiqas Başûrê Kurdistanê xwedî statuyekê be jî, ji ber nakokî û netebayiya nava malê, rewşa wê ji beşên din baştir nîne. 

Ev 9 meh di ser despêkririna şoreşa Jin jiyan azadî re li Îranê derbaz bûn. Her çiqasî Îran weke ku serhildan tepisandibe û rewş kontrol kiribe, nîşan bide jî, rastî ne wisa ye. Îran ji her demê zêdetir di hundirê xwe de dekelê û berxwedana jinan li hemberî rejîma Îranê bi awayekî berfireh dewam dike. Karbidestên Îranê di çend mehên derbasbûyî de gelek gef li jinan xwarin. Wan got, em ê bi kamerayen çavdêriyê jinên serqot tespît bikin, jinên bê hîcab ji xizmetên giştî bêpar bihêlîn û li meclîsa Îranê hewl dan ji bo pesendkirina yasaya şid li dijî jina dan despêkirin. Heta niha nikarîne çavê jinan bitirsînin û her roj nûçeyên cuda ji berxwedana jinan li hemberî yasayên rejîma Îranê belav dibin. Ji ber vê, rejîm naçar ma li hemberî derve dest bi tawîzdayînê bike û bi navbeynkariya Çînê, bi Erebistana Siûdiyê re li hev kir. Her wisa danûstandinên xwe yên navokî bi awayekî veşartî bi Emerîkaye re careke din dan destpêkirin û Xamineyî yanî berpirsê herî bilind ê rejîmê destûr da lihevkirina bi Emreîkaye re. Di heman demê de danûstandina xwe bi welatên Ewrûpayê re zêde kir û di berdêla hin rehîneyan de, hin diplomatên Îranî yên bi tohmeta terorê di hepsên welatên Ewrûpî de berdan û birin Îranê. Rejîma Îranê ev kar hemû kirin ji bo sivikkirina zexta li ser xwe ya ji ber şoreşa Jin jiyan azadî. 

Ya ku me wekî gelê Kurd elaqedar dike, êrişên wê yên li dijî Kurdistanê ne. Rejîma Îranê weke her timî, ji bo serdestkirina serweriya xwe li ser gelên din ên Îranê û ji bo tirsandina wan, despêkê êrişê Kurdistanê dike. Em dizanîn dema Xumeynî di sala 1979 de piştî Şah hat ser desthilatê, di Tebaxa heman salê de fermana “cîhad”ê li dijî gelê me yê Rojhilat derxist û bi vî awayî pasdarên rejîma Îranê êrişeke berfireh birin ser Kurdistanê. Ew êriş bi armanca serdestkirina serweriya rejîma nû li ser tevahiya gelên din ên Îranê pêk hat. 

Ev 44 sal in ku ev êrişa li dijî Kurdistanê dewam dike. Ev êrişa nû jî ji wê yeke qut nîne ku Îranê bi tawîzan zextên ji derve li ser xwe sist kirine û careke din dixwaze di çarçoveya “cîhad”a nû de xwe di hundir de rewa bike. Ji ber vê bi awayekî bê perwa êrişî çiya û baniyên Kurdistanê dike. Ew gefan li Iraqê jî dike; heke partiyên Rojhilatî yên li Başûr bêçek neke, ew ê bi xwe êrişî wan bike.  

Niha bi van êrişan çend armancên Îranê hene: 

1- Rêgirtina li gurbûna ji nû ve ya şoreşa Jin jiyan azadî. Ji ber ku dixwaze di navbera pêşnegê vê şoreşê gelê Kurd û aliyên navendparêz de derzan çêke, bi vê nakokiyê nehêle şoreş gur bibe.  

2- Birina bala raya giştî ya Îranê, nexasim jî ya gelê Fars ji ser tawîzên li hember derve, û veşartian lawaziyên xwe di bin nûçeyen vê êrişê de. 

3- Hewldan ji bo xwebirêxistinkirinê li gel êrişên dewleta dagirker a Tirk li dijî tevgera azadiyê û bi vî awayî hewldana berferehkirina bandora xwe li ser Başûrê Kurdistanê. Misogerkirina piştgiriya Tirkiye li Sûriyê û bi vî awayî zextkirina li reveberiya xweser û li aliyên din.  

4- Hewldana rêgirtina li hevgirtina partiyên Rojhilatî. Bi taybet em dizanîn piştî konferansa 6´ê Hezîranê li parlemana Ewrûpayê, heyecaneke mezin di nava raya giştî a Rojhilat de çêbû û her kesî beşdariya partiyên siyasî bi kêfxweşî pêşwazî kir.  

Ev armancên dijmên in, lê ya ku ji bo me mesele ye, ew e, ka Kurd çi dikin? 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.