Îran yek ji welatên herî zengîn ê cihanê ye. Bi çavkaniyên xwe yên binerd û sererd, xwedîyê zengînyeke mezin e. Lê xelkê Îranê di rewşeke kambax de ye. Ji sedî 30´ê xelkê di bin xeta hejariya mutleq de dijîn û rewşa beşeke mezin a xelkê jî xerab e. Niha înflasyon ji sedî 45´ê bihuriye û tê payîn heta dawîya îsal, rewş xerabtir bibe. Çavdêrên aborî dibêjin, her dolareke Emerîkayê ku niha 50 hezar tumene, wê heta dawîya salê bibe 70 hezar tumen. Di rewşeke wisa de her roj karker, mamoste, xanenişîn û beşên cuda yên civakê ji bo mafê xwe grevê û çalakiyan dikin. Baş e, çima wisa ye? Çima xelkê Îranê di rewşeke wisa kambax de ye? Çareserî çi ye?
Rejîma Îranê, rejîmeke navendî ye. Di çarçoveya vê sîstemê de hem desthilata siyasî û hem aborî di navendeke de hatiye komkirin. Ew navend jî Tehran e. Nifûsa bajêr ji sedî 20´ê nifûsa Îranê ye, lê ji sedî 72´yê aboriya Îranê li Tehranê hatiye komkirin. Rejîma Îranê ji bilî çend bajarên navenda Îranê yên xelkê wan fars, deverên din ji bîr kirine û zengîniya Îranê hemû li Tehran û çend bajarên din kom kiriye. Bi vî awayî bêedaletiyeke mezin li Îranê heye. Li kêleka wê, rejîma Îranê bi siyaseta xwe ya derve jî bûye sebeb ku ambargoyên giran li ser bên sepandin û her wisa gelek pereyê xelkê Îranê jî ji bo hêzên girêdayî xwe li herêma Rojhilata Navîn xerc dike. Ji bilî van, rejîma Îranê rejîma rantê ye, gendelî û fesadên mezin li tevahiya pêkhatina vê sîstemê, belav bûne. Ji karbidestekî ast nizm heta payebilendekî, pirraniya karbidestên rejîma Îranê diziyê û gendeliyê dikin. Weke nimûne, sala 2011´an rêveberê “Bankê Millî” ya Îranê 3 hezar milyar tumen ji bankê dizîn û reviya Kanadayê. Di asta saziyan de jî dezgeha “Astana Quds a Rezewî” bi navenda xwe ya li Meşhedê, salane bi hezaran milyarî ji budceya dewletê werdigire û bêyî lêpirsînekê, ev pere ji bo kesên ser bi rejîmê tê xerckirin. Her wisa weke hêzeke çekdarî Supayê Pasdaran destê xwe avêtiye aboriya Îranê û di bin navê Qerargah Xatemulenbiya de pirraniya îhaleyên Îranê ji xwe re dibe.
Ev çend nimûne nîşan didin ku rejîma Îranê hem di asta ferdî û hem di asta sazûmanî de gelek gendel bûye. Rejîma Îranê, xwedî zêhniyeta sîstema xusrewanî ya Îranî ye, ji bo dewamkirina deselatdariya xwe, pêwîstî bi vê yekê dibîne ku kesayetiyên gendel durist bike. Ferdê ku ji nirxên civakî bêpar mabe, êdî li her cure xirabiyê vekirî ye. Zêhniyeta Îranî rê li ber duristbûna kesayetîyên wisa vedike. Di serê sîstema xusrewanî de şah (niha Xameneyî) heye. Di pêkhateya sîstema navendî (xusrewanî) ya Îranê de her kes hewl dide bibe kesê yekem û bigihîje serê desthilatdariyê. Ji bo vê jî di astên cuda yên vê sîstemê de her kes hewl dide xwe li hemberê jor şîrîn bike û di heman demê de pê li serê yên jêr xwe dike. Di nava dezgehên vê sîstemê de her kes hewl dide asta xwe bi awayekî ne rewa bilind bike, ji ber vê bertîl û rantxwariyeke mezin heye. Di devereke ku bertîl û rant lê hebe, aborî jî wê geş nebe û her roj krîz wê kûrtir bibe. Ji xwe sîstema sermayedariyê di asta cîhanê de, sîstema kirîza aborî ye. Lê ev yek li welatên weke Îranê xwedî sîstemeke navendî ya despot û gendel, xerabtir e û dike ku xelk hewcedarî nanê şîvê bibe. Di rewşeke wisa de bêexlaqî di nava civakê de belav dibe û ev jî îmkanê dide desthilatdaran ku bi komkirina hin kesan li derdora xwe, desthilata xwe ya nerewa, dewam bikin.
Bê guman her çawa çareseriya krîzên siyasî, civakî û xwezayî ya Îranê, sîstemeke demokartîk e, bi heman awayî ji bo çareseriya krîza aborî jî, Îran pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye. Çarçoveya sîstemeke demokratîk ya bi bingehekî şefaf ji bo danustandina aborî, ya bike ku gel bi rêya dezgehên xwe yen demokartîk karibe hesab bipirse, danûstandinên aborî bike, dikare rê li gendelî, bertîl, rantxwarî û hilweşîna aboriyê bigire. Ji bo vê gelekî girîng e ku her kes xwe berpirsyar bibîne û zanibe ku xilasbûn ne ferdî ye. Yan em ê hemû bi hev re rizgar bibin, yan jî rewş wê ji ya niha xerabtir bibe.
parvê bike
Nivîsên Şiwan MERÎWAN
Pêwîstiya Îranê bi guherînê heye
29 nîsanê
Çîn, Îran û Siûdî
15 nîsanê
Roja vejîna Kurdan
1 nîsanê
Bereya demokratîk û bereya diz
25 sibatê
Li ser şoreşdizîna li Îranê
11 sibatê
Rejîm Îranê “Rejîma Qeyranê” ye
4 sibatê