Girtîgehên Îranê û darvekirin
Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:10
- Aktîvîst Mahdîeh Golroo ku li girtîgeha Evînê ya Îranê maye diyar kir ku li Îranê jinbûn wek jiyana di rejîma apartheîd de ye.
Li Îranê mirina girtiya siyasî Somayeh Rashîdî îşkenceya li girtîgehan radixe ber çavan. Di 2025’an de li Îranê darvekirin zêde bûn û zext zêde bûn. Li Îranê jin ji bo jiyanê li her qadê têkoşîna jiyanê didin. Somayeh Rashîdî di encama îhmalkariya tenduristiyê de jiyana xwe ji dest da. Di heman demê de sê jinên ciwan li dadgehên darvekirinê tên darizandin û der barê dehan jî ceza darvekirinê hatiye dayîn.
Aktîvîsta mafê jinan Mahdîeh Golroo ku di navbera 2009-2012’an de ligirtîgeha Evînê girtî maye axivî û got li girtîgehê mirin ne tenê ji darvekirinê, ji ber pirsgirêkên paqijî, tenduristî û gelekên din pêk tê.
Mahdîeh Golroo da zanîn ku 4 roj berê li girtîgeha Qarchak 90 girtiyên jin piştî mirina Somayeh Rashîdî dest bi greva birçîbûnê kirine û got: “Somayeh yek ji girtiyên Qarchak bû. Ciwan bû û hinek pirsgisrêkên wê yên tenduristiyê hebûn. Lê mixabin berpirsên girtîgehê ev li ber çavan negirtin û jiyana xwe ji dest da. Li ser vê girtî ketin grevê. Hinek ji ber darvekirinê, hinek ji ber pirsgirêkên tenduristiyê jiyana xwe ji dest didin. Derman tune ne, paqijî tune ye.”
Mahdîeh Golroo destnîşan kir ku her ku zext zêde dibin cureyên çalakiyan jî zêde dibin û wiha bi lêv kir: “Gel ku bi zextên giran re tên rû hev serî li riyên cuda didin. Li dijî hikûmetê berxwedan û çalakî tên pêşxistin. Mînak piştî tevgera ‘Jin jiyan azadî’ şûnde jin ji mala xwe bêyî laçik derdikevin û li dijî hikûmetê berteka xwe nîşan dide. Li girtîgehan tevî evqas zext û tundiyê girtî kampanyayan li dar dixin. Tevgera Jîna tevgereke modern bû. Ji ber vê jî faliyetên cuda dikarin bibûna parçeyên vê tevgerê. Gelek tevgerên din ên berê kurt bû. Mînak çalakiyên 5-6 mehan berdewam kiribûn hebûn. Yek ji van ya Mijdara Bi Xwîn bû. Lê ya Jîna Emînî xurt bû. Roj bi roj mezin bû, xurt bû.”
Mahdîeh Golroo balkişand ser cezayên darvekirinê jî û ev tişt daxuyand: “Cezayê darvekrinê ne tenê li îranê li her derê û li her welatî xwe dispêre dîrokek kûr. Ji ber darvekirin yek ji parçeyê cezakirinê bû. Ji bo vê jî guhertina vê bi rastî zehmet e lê li gorî min em ji berê baştir in. Mirovên li welat hemfikir in ku hinek tişt divê êdî biguherin. Divê qanûn û rêbazên di çarçoveya mafê mirovan de hebin. Hêvîdar im rojekê rejîma îslamê têk biçe, li Îranê qanûnene nû bên avakirin.”
Mahdîeh Golroo der barê kampanyayên li dijî cezayên darvekirinê û zextan hatine destpêkirin jî nirxandin kir û ev tişt got: “Em jin ji gelek mafan bêpar tên hiştin. Ji mafê mîrateyê, ji welayeta zarokan û gelekên din. Bi ratsî rejîmeke apartheîd (newekheviya zayendî) heye. Ne tenê mijara serîgirtinê. Di tevlibûna qada siyasî de jî rêjeya jinan ji sedî sê ye. Rejîma îslamê gelek girtî darve kir. Ne tenê girtiyên siyasî girtiyên din jî bi darvekirinê ceza dikin. Hikûmet vê bi civakê dide hîskirin ‘hûn dibînin hikûmet bixwaze dikare her kesî bikuje’. Hikûmet vê gefxwarinê li hemû welat belav dike.”
JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI