Girtiyek din ê siyasî hate bidarvekirin

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:00

Girtin, êşkence û darvekirinên rejîma Îranê ya beramberî azadîxwaz, welatparêz û çalakvanên Kurd berdewam in. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê têkildarî darvekirina girtiyek siyasî yê Kurd de agahiyan belav kir. Hate diyarkirin ku girtiyê siyasî yê Kurd Saman Mihemedî yê xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li girtîgeha Qizlihesar ya Kerecê bi şêweyek veşartî û bêyî dayîna mafê hevdîtina dawî ya li gel malbatê, hate bidarvekirin. Rêxistinê da zanîn ku girtiyê siyasî Saman Mihemedî bi tometa ‘çekdarbûn û endambûna komên dijberiya Îranê’ hatiye darvekirin. Saman Mihemedî Xeyarî yê 35 salî di sala 2013’an de ji aliyê hêzên Wezareta Îtlaatê ya Îranê ve bêyî fermana dadwer hate binçavkirin û zêdetirî 4 salan li girtîgeha Evîn a Tehranê di hucreya yek kesî de hate girtin û ji bo îtîrafa bi zorê rû bi rûyû êşkenceyek tund a fîzîkî û derûnî bû.

Piştre ji aliyê liqa 15 ya Dadgeha Îslamî ya tehranê ve bi serokatiya Dadwer Selewatî bi tometa ‘çekdarbûn û endamtiya komên dijî Îranê’ bi cezayê darvekirinê hate mehkûmkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.