Ger bixwazin dikarin alîkariyê bidin
Duşem 20 Cotmeh 2025 - 03:50
Komîsyona Venedîkê ku di mijarên destûra bingehîn a Konseya Ewropayê de organa şêwirmendiyê ye, diyar kir ku ji aliyê reformên destûra bingehîn û qanûnî de eger Tirkiye bi fermî daxwazê bike wê karibe nêrîn û piştevaniya hiqûqî pêşkêş bike.
Piştî ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di mijara "Mafê Hêviyê" de di biryara xwe ya meha Îlonê de işaret bi "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî" ya li Meclîsê kir, têkildarî pêvajoyê nîqaşên li ser reformên destûra bingehîn ketin rojevê. Di vê çarçoveyê de tevkariyeke gengaz a Komîsyona Venedîkê jî bû mijareke rojevê. Wezîfedara Têkiliyên Çapemeniyê ya Departmana Medyayê ya Konseya Ewropayê Tatiana Baeva-Frachon bersiv da pirsên ANF'ê û anî ziman ku komîsyon tenê li ser daxwazên fermî nêrînê amade dike û got:"Komîsyona Venedîkê nêrînên xwe yên hiqûqî yên ji bo welatan, tenê li ser daxwaza meqamên erkdar ên dewleta pêwendîdar, organên Konseya Ewropayê (Meclîsa Parlamenteran, Komîteya Wezîran, Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî), Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Yekîtiya Ewropa yan jî saziyên navneteweyî yên hatine wezîfedarkirin, amade dike." Vê daxuyaniyê asta Konseya Ewropayê da nîqaşên li ser reforma qanûnî û destûra bingehîn ku di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de li Meclîsa Tirkiyeyê têne kirin. Bi taybetî ji bo sererastkirin li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) be, tevkariya komîsyonê girîng e. Komîsyona Venedîkê ku sala 1990'î ava bû û di bin sîwana Konseya Ewropayê de kar dike, ji bo destûra bingehîn, qanûnên hilbijartinê, reformên dadgeriyê li gorî PMME û pîvanên demokratîk li welatên endam bêne amadekirin, dibe alîkar.
ANF/MUHAMMET KAYA