Pêwîst e zagon bê sererastkirin
Pêncşem 21 Mijdar 2024 - 02:15
Parêzer Eşwaq Necîb zanîn ku zagona tûndiya nava malbatê heye, lê pêwîst e carek din were sererastkirin ji ber ku valatiya zagonê di hinek mijaran de derdikeve û got: “Her çiqas berê li parlementoya Herêmê hat xwestin sererast bikin, lê di nava civakê de xelet hat famkirin, wisa hat famkirin ku wê zagon ji nûve were danîn. Lê di rastiyê de ji xwe zagon heye, divê zagona tûndûtijiya nava malbatê bi veşartî bimîne û kar pê were kirin.”
Çend rojek ji 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê re maye. Her sal ku di vê rojê de jin li dijî tûndî û zilma li ser jinan tê meşandin, bi çalakiyên cuda dadikevin qadan. Li Başûrê Kurdistanê jî roj bi roj tundiya li ser jinan zêdetir dibe. Di derbarê mijarê de Parêzer Eşwaq Necîb nirxandin kir.
Eşwaq Necîb di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa jinên Başûrê Kurdistanê û got: “Di civaka Kurdan de serokê malbatê mêr e. Di nava gelek malbatan de parçebûn heye, ew jî ji ber nakokiya jin û mêr e. Ev yek jî bûye sedem ku rêjeya jihevcudabûnê zêde be û rewşa jinan xirab bibe.”
Medya dibe sedema tundiyê
Eşwaq Necîb diyar kir ku torên medyaya dijîtal yek ji sedemên tûndiya li ser jinan e û wiha dom kir: “Torên medyaya dijîtal yek ji sedemên zêdebûna tûndiya li ser jinan e. Sedemê wê jî nebûna baweriyê ya di navbera hevjînan de ye. Loma divê bikarhênerên torên medyaya dijîtal bi awayekî pir hişyar bi kar bînin. Lê mixabin gelek jin ji aliyê rêgeza beramber ve di bin navê hezkirin û zewicînê de tên xapandin û gelek caran digihin asta xwekuştinê. Lê beşa elektronîk ya asayîşa Silêmaniyê bi awayekî veşartî van dosyayan bêyî ku civak û malbat pê bihesin çareser dikin.”
Pêwîst e zagon bê sererastkirin
Eşwaq Necîb da zanîn ku zagona tûndiya nava malbatê heye, lê pêwîst e carek din were sererastkirin ji ber ku valatiya zagonê di hinek mijaran de derdikeve û got: “Niha serdem guheriye û hîn zêdetir pêş ketiye. Her çiqas berê li parlementoya Herêmê hat xwestin sererast bikin, lê di nava civakê de xelet hat famkirin, wisa hat famkirin ku wê zagon ji nûve were danîn. Lê di rastiyê de ji xwe zagon heye, divê zagona tûndûtijiya nava malbatê bi veşartî bimîne û kar pê were kirin.”
Girîngiya perwerdeyê
Di dawiyê de jî Eşwaq Necîb behsa girîngiya perwerda zarokan kir û got: “Pêwîst e malbat zarokên xwe rast perwerde bikin û cudahiyê nexin navbera zarokên xwe yên kur û keç. Perwerdeyek bi tendirust dikare civakek bi tendirust ava bike û bibe sedema kêmkirina tûndûtijiyê.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ