Azadiya Ocalan azadiya civakê ye

Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 15:15

  • Jinên ku daxwaza bidawîanîna tecrîd û komploya 27 salan a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin, daxwaz kirin ku komîsyona parlementoyê ji bo hevdîtinê serdana Îmraliyê bike û gotin, "Heke azadiya Abdullah Ocalan tune be, azadiya me jî tune ye."

Komploya navneteweyî ya ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi hevkariya hêzên navneteweyî bi serbestberdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê dest pê kir, niha 27 li dû xwe hişt. Îro, komplo bi polîtîkaya tecrîdê li Girava Îmraliyê berdewam dike.

Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî û beşên cûda yên civakê daxwaz dikin ku rêyên aştî û diyalogê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re werin vekirin. Jinên ku daxwaz dikin ku komîsyona parlementoyê ji bo hevdîtinê serdana Îmraliyê bike, hem balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û hem jî destnîşan dikin ku jin bêyî Abdullah Ocalan azad nabin û civak bêyî azadiya jinan azad nabe.

Dayika Aştiyê Gozel Erdemli diyar kir ku 27 sal in komployek li dijî Abdullah Ocalan heye û ew dixwazin ku ev komplo bi dawî bibe. Gozel Erdemli got, "Em aştî û wekheviyê dixwazin û em daxwaz dikin ku pêvajoya ku dest pê kiriye berdewam bike. Em dixwazin ku komîsyona ku li Parlamentoyê hatiye avakirin li ser bingeha wekhevî û aştiyê xebata xwe bidomîne û komîsyon biçe Îmraliyê û ji bo aştiyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bike."

Dayika Aştiyê Asya Ozle, mîna hemû gelên cîhanê, diyar kir ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav gelê Kurd de be û got, "Birêz Abdullah Ocalan ev pêvajo danî pêşiya me û hemû cîhan wê qebûl dike. Ji bo me, Serokatî bi vê pêvajoyê tarîtî veguherand ronahiyê. Divê em jî vê pêvajoyê hembêz bikin û tevbigerin. Wekî gelê Kurd, me erka xwe pêk aniye; em şertên Birêz Abdullah Ocalan qebûl dikin. Divê dewleta Tirk jî erkê xwe bichi bîne. Bes e; em bi mirinê nikarin bigihîjin tu derê. Ne ew û ne jî em divê nemirin. Ger ku Ocalan azad nebe em jî azad nabin." JINNEWS/WAN/BUŞRA TURAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.