Nimûneyeke jiyana komînal
Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 15:30
- Şêniyên gelek deverên kantona Cizîrê di vê dema salê de dest bi seyandina serbanên malên axî dikin. Wek kevneşopeke ku nirxên jiyana komînal nîşan dide, şênî xebatên seyandinê bi awayekî hevbeş pêk tînin.
Gelek şêniyên gundewarên bajarê Şedadiyê ya kantona Cizîrê, hîn jî xaniyên xwe yên ji axê diparêzin, ji ber ku li gorî xweza û avhewaya herêmê guncawtir in.
Xebateke kevneşopî jî xebatên seyandina serbanê malên axî ye. Şênî salane bi nêzîkbûna demsala zivistinê re dicivin da ku serbanên malên xwe biseyînin, berî ku baran bibare.
Hesen El Selman, şêniyê gundê El Bejdelî yê Şedadiyê ye, diyar kir ku şêniyên herêmê heta niha jî malên xwe bi axê ava dikin, ji ber ev lêçênên vê şêweyê avakirina kevneşop pir kêmtir e li gorî avakirina bi betonê.
El Selman wiha zêde kir, "Piraniya şêniyên gundan ên li herêmê di xanîyên ji xakê de dijîn, ji ber ku ew ji xanîyên çîmentoyê erzantir in û di havînê de sar û di zivistanê de germ in. Her sal, berî demsala zivistanê, em serbanê diseyênin da ku ava baranê derbas nebe."
Tevî guherîna şêwazên jiyanê jî, lê xanîyên axî yên li gundewarên Şedadê, bûne beşeke bîrdanka civakê û sembola girêdana bi axê ve. ANHA/HESEKÊ/XIDIR EL FEYAD