Wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan
Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 18:00
- Endama Desteya Rêveber a PYD'ê Foza Yûsif anî ziman ku hebûna HSD'ê di nava artêşa Sûriyeyê de wê xizmeta tevahî Sûriyeyê bike û derbarê xebatên yekîtiya neteweyî de jî got ku heke yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di 10'emîn salvegera damezrandina HSD'ê de destnîşan kiribû ku ji bo entegrasyona HSD'ê û hikumeta Şamê komek dê biçe Şamê. Her wiha Mazlûm Ebdî diyar kiribû ku Yekîniyên Antî Terorê (YAT) jî di encama engtegrasyonê de ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li tevahî Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê şer bike. Piştî daxuyaniya Mazlûm Ebdî duh şandeyeke ji HSD'ê li Şamê civînek li dar xistin. Têkildarî civînê daxuyaniyek nehat dayin lê hat gotin ku dê civîn di çerçoveya hevpeymana 10'ê Adarê de pêk hatiye û civîneke erênî bûye.
Entegrasyona Rêveberiya Xweser û hikûmeta demkî ya Şamê wê bandoreke çawa li tevahiya Sûriyeyê bike tê nîqaşkirin. Her wiha yekîtiya Kurdan a li Rojava, rewşa koçberên Efrînê, Serekaniyê û Girê Sipî jî li Rojava mijarên sereke ne.
Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Hevseroka Heyeta Muzakereya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Foza Yûsif têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
Axaftina Foza Yûsûf bi vî rengî ye:
"Entgereya hêzên HSD'ê û hêzên asayişê hatiye nîqaşkirin. Di xetên bingehîn de HSD weke sê tûmenên leşkerî wê xwe bi rêxistin bike. Lê gelek hûrgulî hene, divê ev bên nîqaşkirin. Ji bo ewlehiya hundrîn jî hin mijar zelal bûne ku her du teref di nava hevkariyê de bixebitin da ku valatiya ewlehî çênebe heta ku pergala ewlehî bi temamî bê rûnişkandin. Em bawer in ku wê ev yek bandoreke erênî li ser tevahiya Sûriyeyê bike. Ji ber ku hebûna HSD'ê di nava artêşa Sûriyeyê de wê bihêle ku ev artêş xizmeta tevahî deverên Sûrî bike, bê ferq û cudahî û wê bibe artêşa tevahiya gelê Sûriyeyê, ne a komekê û mezhebek an jî netewek.
Heta niha gelek mijarên ku hatin nîqaşkirin di pratîkê de pêk nehatine. Em bi hêvî ne ku ev rewş bê derbaskirin. Ji ber heta çareseriya pirsgirêkên hundirîn bi awayekî demokratîk çênebe. Îstîqrara siyasî û aborî çênabe, ji ber tu dewlet di nava aloziyê de naxwaze di Sûriyeyê de projeyên aborî pêş bixe. Lewma berî her tiştî divê aramî li pêş bikeve û ew jî bi tifaqa nava pêkhateyên Sûriyeyê ve girêdayî ye.
Ji bo zextê li ser me çêbikin derdora her du taxan girtin û rêyên çûnehata wan qedexe kirin. Gel jî bertek nîşanî dan û wan dema çek li dijî gel bikaranî pevçûn çêbû. Niha agirbest heye lê bi awayekî bingehîn çareser nebûye. Niha şandeya me ya leşkerî û ewlehî di nava hewldanê de ye ku vê yekê çareser bike û ji bo tifaqa 1'ê Nîsanê pêk were her du teref bi erkê xwe rabin.
Têkilî hene lê sînordar in, Tirkiye cîranê me ye, heta niha me tu zerar nedaye Tirkiyeyê. Lê wan her tim êriş kir û me xwe parast. Lê derket holê ku tu feydeya van êrişan çênebûn, berovajî êrişan hem madî û hem manewî gelek zerarê wê çêbûn. Em dixwazin lihevhatinek çêbibe lê Tirkiye di polîtîkaya xwe ya gefxwarinê de israr dike.
Sûriye îro navenda pevçûnên hêzên hegemonîk e. Her dewletek dixwaze tê de bi bandor be. Ji bo wê jî girîngî didin têkiliyên bi Sûriyeyê re. Her wiha Sûriye xwedî cihekî girîng e. Lewma Amerîka jî dixwaze xwedî bandor be. Ji bo berjewendiya xwe di herêma Rojhilata Navîn de biparêze têkiliyên xwe bi hikûmeta demkî re xurt dike. Rêvebiriya Xweser heta niha roleke girîng lîst û ezmûneke serkeftî nîşan da. Em dibêjin Sûriye divê nenavendî be, divê pergala Sûrî demokratîk be. Lewma pêwîst e destûrek nû bê nivîsandin û hemû pêkhate têde cih bigirin. Heta niha mijara pergala siyasî pêk nehatiye û nehatiye nîqaşkirin. Ev jî pirsgirêk e, divê ev yek di dema pêşiya me de bê gotûbêjkirin.
Heta niha bi awayek erênî dimeşe, hin hewldan ji bo parçebûnê çêbibe pêk hatin lê ev yek biserneket û helwestek baş li dijî van planan derket holê. Pêwîst e mirov vê hevgirtinê xurt bike û ber bi pêş ve bibe, ne tenê li Rojava, di nava hemû Kurdan de, ez bawer im dem hatiye ku Kurd kongreya xwe ya neteweyî li ser esasê yekîtiya demokratîk çêbikin. Ji her carê bêtir ev zemîn ava bûye. Heke hevgirtin pêş bikeve, bi dîtina min ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan."
AW / ENQERE / MAHMÛT ALTINTAŞ