Krîzên li Rojhilata Navîn

Sêşem 14 Cotmeh 2025 - 15:00

  • Rêber Apo qala texrîbata Modernîteya Kapitalîst a li ser civakê û rola wê dike û dibêje: “Modernîteya kapîtalîst dîrokê dide aliyekî û bi tenê bi rêbaza zanistî ya ku xwe disipêre analîzê dimeşe. Ev yek jî dihêle ku tevahiya zanistan, nexasim jî zanista civakî çeloxwarî bibe û bi şêweyekî nirxê heqîqeta wê kêm bûyî, pêşbikeve. Modernîteya kapîtalîst ji vê rewşê berpirsiyar e.”

Rêber Apo di pirtûka ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ bergê 4’ê ya bi navê ‘Li Rojhilata Navîn Krîzên Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk’ de bi berfirehî bal dikişîne ser krîzên heyî û çareseriya wê.

Di beşa 10’an ya dosyayê de nirxandin û analîzên Rêber Apo yên li ser ‘Di Modernîteya Kapitalîst de Heqîqet û Xerîbketin’ cih digirin.

Rêber Apo di dewama nirxandinên xwe yên sernava ‘Di Modernîtaya Kapitalîst de Heqîqet û Xerîbketin’ de vê dibêje: “Civakîbûna bi deh hezar salan bi tena serê xwe dewam kiriye, qalibên bingehîn ên ruh û zêhniyeta mirovatiyê, nirxên çandî yên madî û manewî pêk anîne. Dibe ku civakeke basît be, lê ji bo mirovatiyê di vê demê de hîmên têkûz û bi kok ên jiyanekê, bi awayekî serketî hatine danîn. Ji vir û pêve her tiştê diqewime, xwe disipêre vê civakê û diqewime. Ti bûyer û pêşketina di derbarê mirov de xwedî wê qabîliyetê nîne ku li derveyî vê civakê biqewime. Ez nabêjim bûyer û pêşketineke din wê hîç nebe, lê bibe jî wê bi ser vê civakê ve weke şax û milekî wê, biqewime. Civak, hebûnên dîrokî ne. Li derveyî dîrokatiyê, civak nikarin hebin. Modernîteya kapîtalîst dîrokê dide aliyekî û bi tenê bi rêbaza zanistî ya ku xwe disipêre analîzê dimeşe. Ev yek jî dihêle ku tevahiya zanistan, nexasim jî zanista civakî çeloxwarî bibe û bi şêweyekî nirxê heqîqeta wê kêm bûyî, pêşbikeve. Modernîteya kapîtalîst ji vê rewşê berpirsiyar e. Analîz û objektîvîte weke metafizîkeke xirab, qusûrên bingehîn ên zanista navend Ewrûpayê ne.”

Di dewama nirxandinan de Rêber Apo balê dikişîne ser hiyarerşiyê û vê dibêje: “Qelşa mezin a pêşî bi hiyerarşî li forma jiyanê ya vê civaka dîrokî ketiye. Hiyarerşî weke tê terîfkirin, texmînî ji salên 5000’î B.Z. û vir ve hebûna xwe da bihîstin, weke hêmanekê di nava civakê de bi cih bû. Hiyerarşî bi xwe koma kesên neqane yên pêşî, îfade dike. Hiyarerşî weke sêbera rahib + rêveber + esker, hewl da li şûna otorîteya jin-dayîkê bi cih bibe. Di nava jiyana civakî de xerîbketina herî mezin a pêşî bi otorîteya van kesên neqane destpê kir. Pêkhatinên weke malbatên neqane û xanedanî jî çavkaniyên xwe hiyerarşî ne. Xanedanî li aliyekî weke dewletê bi gewde dibe, li aliyê din jî weke malbatgiriyê jiyana civakî ber bi form û manedariyeke cihê ve bir. Veguherîneke bi kok pêk tê.”

Rêber Apo di dewamê de ev nirxandin kiriye: “Ji bo civaka Rojhilata Navîn sedsalên 19. û 20., ji aliyê stratejiya kapîtalîst ve sedsalên fetihkirinê ne. Ev dema ku modernîteya kapîtalîst bi sê suwarên xwe yên meherî (kapîtalîzm, dewleta nete we, îndustriyalîzm) giraniya xwe da ser herêmê, dema kûrbûna hilweşîn û krîzê ye. Bi jihevdeketina avahiya şaristaniya pênc hezar salî, bi ya ji nava wê derdikeve, bi temamî dor li jiyana civakî û dîrokî ya hezar salan tê girtin. Hevgirtina modernîteya kapîtalîst bi bermahiyên şaristaniya xwe re li Rojhilata Navîn pêxîrtengiya jiyana civakî misêwa kûr kiriye. Rabihuriya wê ya bi kok û êrişên demdirêj ên stratejiya modernîteya kapîtalîst, ev xislet dane pêxîrtengiyê. Cewherê civakî, wexta weke hebûn tê parçeparçekirin, weke wate û heqîqetê jî dikeve rewleke kaotik.” ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.