Çandek ji demên kevn; Hore an jî Horebêjî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 1 Îlon 2025 - 00:34

  • Çandnasê Kurd diyar kir ku Çanda Horebêjiyê tenê ne milkê Germiyanê ye, belkû milkê hemû gelê Kurde ku ji komek awazên resen û dêrîn ya Kurdî pêk tê û got; “Rehên wê digihe beriya Mîtrayiyan ku qonax bi qonax heta roja me ya îro hatiye.”

Hore an jî Horebêjî çandeke gelê Kurde û ji demên kevnar ve ji aliyê bav û kalên me ve hatiye parastin. Bi rêya gotinê di civatan û çalakiyan de, gelek çîrok û vejandina stranan ji aliyê kesên jêhatî yên bi navê Horebêj hatine xwendin.

Çandnasê Kurd Ebdullah Hesen li ser dîrok, cûrên Hore û taybetmendiyên wê axivî.

Derbarê çanda Hore de Çandnasê Kurd Ebdullah Hesen wiha got; “Hore tenê ne milkê Germiyanê ye, belkû milkê hemû gelê Kurde ku ji komek awazên resen û dêrîn ya Kurdî pêk tê. Rehên wê digihjie beriya Mîtrayiyan ku qonax bi qonax heta roja me ya îro hatiye. Hore li Rojhilatê Kurdistanê pir pêşketiye. Bi taybetî li bajarên Kirmaşan, Îlam, Serpêl, Dalahû, Kamyar û Jawanro. Li van deveran, ji jin û mêran Horebêjên gelek jêhatî hene.”

Hore li Germiyanê qels bûye

Têkildarî zindî hiştina Çanda Horebêjiyê û lewazbûnê wê li herêma Hewraman Ebdullah Hesen wiha got; “Îro jin jî Horeyan dibêjin û pêş dixin. Lê mixabin, Hore li herêma Germiyanê qels bûye û wekî berê zêde girîngî pê nayê dayîn. Soza derwêş şêweyekî dine ku di nav şêx, tekya û xaneqayan de gelempertire. Mixabin, Hore ji ber pêşketina teknolojiyê di nav ciwanan de ne navdare û girîngiya pêwîst jê re nayê danîn. Ev jî cihê mixabiniyê ye. Lê ji ber ku Hore sembola Kurdane û di dilê neteweyê de ye, ewê tu carî neyê tunekirin.”

Beşên girîng ên çanda Hore

Hore di karên olî de jî hatiye bikaranîn da ku dua û peyamên mirovan ji Xwedê re bigihîne. Hore gelek beşên wekî kesayetiya tund, xerîbiya tund û dubendiya tund hene. Her wiha banbine û pawemûrî cûrên din yên Hore ne ku li gel van çendîn cûrên din jî hene. Hore ji bo girî, kêfxweşî û xemgîniyê têne bikaranîn. Hore bandoreke bêhempa li ser zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê kiriye. Hore ji bo şîn jî tê bikaranîn. Jin bi hewa an jî henekên Pawmûrî digirîn. Ev beşek girîng a Çanda Hore ye.

Hore ji kûrahiya qirikê derdikeve

Di dawiyê de Çandnasê Kurd têkildarî Hore û Horebêjên navdar yên di serdema me de li Germiyanê dijîn bi van gotinan anî ziman; “Hinek awazên Hore hene ku hûn dikarin bi muzîkê re bikar bînin bi mercê ku muzîkjenek jêhatî hebe, xwedî ezmûn be û enstrûmana wê ya orîjînal bi Kurdî be. Hore ji kûrahiya qirikê derdikeve, ji ber vê yekê ne her kes dikare bi wî şêwazî bêje û hêza her kesî tune ye ku Horeyê bistire. Ji ber vê yekê ciwan jê hez nakin. Her wiha kesên jêhatî hene ku niha Horebêjiyeke baş dikin. Bi taybet jî li Germiyanê kesên weke Elî Mêweka, Xalid Kelarî, Sebah Caf û hwd.her wiha çend nivîs li ser Çanda Horebêjiyê hatine nivîsandin lê belê têrker nîne.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.