Hunera wênesaziyê li Başûrê Kurdistanê vedigere sedsala buhirî. Jinan di pêşvebirina hunerê de jî pêşengî kirine ku hunerê wekî wateya jiyanê dibînin û xeyal û peyama di hişê xwe de derbazî ser kaxezê dikin.
Yek ji van hunermendên jin Yasemîn Mihemed e, ku ji Peymangeha Hunerên Xweşik mezun bûye. Ew niha mamosteya dibistanek seretayî ya keçan e. Yasemîn ji zarokatiyê ve xwedî behre û şiyan bû. Gelek xebat û karê wênaziyê kiriye û beşdarî gelek pêşangehên hunerî buye.
Ji ber ku ev hunermenda wênesaz bûye dayik, ew 18 salan ji hunera xwe dûr ma. Lê wê ji ber eleqe û hewesa xwe ya ji bo hunera wênesaziyê, dîsa dest bi pîşeya xwe ya wênesaziyê kir. Yasemîn Mihemed di derbarê jiyan û hunera xwe ya di warê wênesaziyê de axivî.
Hunera di dil de venamire
Yasemîn Mihemed hemû rengan bikar tîne, bi taybetî boyaxa akrîlîk ya di avê de dihele. Ew ji bo tevlîhevkirina rengan, rengên reş û spî bikar tîne. Wênesaz û mamosta Yasemîn hemû pêdiviyên xwe, tevî boyax û firçeyan, ji qirtasiyê peyda dike. Piştî ku fikara xwe li ser tabloyê çêdike, ew wan wêneyên xwe li pêşangehan nîşan dide û bi vî awayî tabloyên xwe difroşe. Her wisa gelek tablo û wêneyên çêkirî weke diyarî dide hevalên xwe. Nebûna cihên taybet an pêşangehan ji bo rakirina tabloyên wan, yek ji pirsgirêkek mezin ya wênesazane. Yasemîn wiha got; “Heke di dilê te de huner hebe, tu tişt nikare wê xwesteka te vemirîne û tu dê her tim pê re bijî. Ji ber birçîbûna min a ji hunerê re, min dîsa dest bi wênesaziyê kir û tiştê ku di hişê min de bû, min ew wêne kir.”
Kurdistana westiyayî û bêbext
Yasemîn Mihemed di tabloyên xwe de bala me dibe ser Kurdistanê û dibêje; “Di du tabloyan de, min jinek bi rûyekî pir qirmiçî wêne kiriye ku ev nîşan dide ka axa Kurdistanê çiqas westiyayî û bêbext bûye. Di 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, min sê tabloyên jinên bi penceşêra memikan diyarî nexweşxaneya bajêr kirin.” Kar yek ji mafên bingehîn yên jinane, da ku ew bi saya şiyan û jêhatiyên xwe bibin aborînasên serbixwe, ku ev ji bo binesaziya aborî ya welat jî gelek girînge. Wekî ku hunermend Yasemîn Mihemed destnîşan dike, heke jin mafên xwe û azadiyê dixwaze, divê dahata wê ya taybet hebe da ku mafên xwe bidest bixe. Yasemîn got; “Her wiha, heke hûn bixwazin asta civakekê bizanibin, divê hûn bi jinên wan re baxivin. Ji ber ku jin dayikin û zarokên ku nifşê pêşerojê ne mezin dikinin. Ji ber vê yekê, girînge ku jin azad û ronakbîr bin.”
Qendîl; Navenda Şoreşa Kurd
Yasemîn di dewama axaftina xwe de behsa girîngtirîn tabloyên ku piştî 18 salan ji dûrketina ji wênesaziyê xêz kiriye kir, ku yek ji wan Hewremane û ya duyemîn jî Çiyayê Qendîlê ye, ku wê ew tablo weke “Navenda Şoreşa Kurd” binav kiriye. Jinên Kurd xwedî şiyana nîşandana jêhatîyên xwe yên di her warî de ne. Bi taybetî dema ku ew hunerê hildibijêrin, hewl didin ku di qadeke fireh a hunerê de mohra xwe daynin bin, êş û serkeftinên jinan nîşan bidin. Di sala 2010’an de, Yasemînê çîrokek ji bo kurtefîlmek bi navê “Mala Mêrûyan” nivîsand û di 3’yemîn Festîvala 8’ê Adarê baştirîn xelata navnetewî wergirt. Naveroka fîlm li ser qetilkirina jinan û azadiyan wan e.
Hunermend Yasemîn Mihemed axaftina xwe wiha bidawî kir; “Tevî ku hikûmet ne endamên tu partiyanin jî, ji ber krîza darayî, kes nikare di karê we yê hunerî de piştgiriyê bide mirov. Komeleya Hunermendan di dema vekirina pêşangehê de salonek ji me re dabîn dike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ