
Farqîn Azad ku yek ji navdarên muzîka Kurdî ye, sala xwe ya 35’an a jiyana hunerê li Parîsê bi konsereke taybet pîroz kir.
Şahî roja sêşemê li salona Şaredariya Montreuil bi tevlîbûneke coş hate lidarxistin; salon bi temamî tejî bû. Konser bi sînevîzyoneke li ser rêwitiya muzîkê ya hunermend Farqîn Azad a 35 salan, destpê kir.
Di şahiyê de dîmenên ji jiyana muzîkê ya Farqîn Azad a li Tirkiyeyê heya salên sirgûnê ya li Ewropayê, hatin pêşandan. Farqîn Azad sala 2017’an ji ber muzîka Kurdî ji Tirkiyeyê hate sirgûnkirin, lê di vê pêvajoyê de li Ewropayê têkoşîna ji bo çanda Kurdî û gihandina nifşên nû, domand.
Hunermend di konserê de kêliyên ji jiyana xwe parve kir û diyar kir ku tevî ku gelek caran hate binçavkirin û rû bi rûyê zextan ma, stran gotin dewam kir. Hunermend got, “Bêdengî, înkarkirina hebûna xwe ye. Her stranek berxwedanek bû.”
Hunermend li ser dikê pêşengên muzîka Kurdî hunermendên mîna Hozan Serhed, Şehîd Mizgîn, Beytocan, Aram Tîgran, Meryem Xan, Eyşe Şan û Ahmet Kaya bi bîr anî û got, “Ew dengê berxwedanê ya di bîra gel de ne.”
Farqîn Azad bal kişand ser zextên li Tirkiyeyê li ser çanda Kurdî û ev tişt ragihand, “Stranên bi Kurdî demekê cesaret dixwest, lê ew cesaret di demarê vî gelî de bû. Em li kuderê bin, em bi ziman û muzîka xwe hene. Sirgûn demkî ye, çand mayînde ye.”
Beşdaran jî bi hunermend re stran digot; bi govend û tilîliyan şahî dewam kir.
ANF/PARÎS












