Parîs reş û tarî ye

Aslan ASLAN nivîsand —

Pêncşem 5 Çile 2023 - 02:23

Di 23'ê Kanûna 2022’yan de ango beriya sal biqede bi hefteyekê, li Parîsê komkujiyek pêk hat. Di encamê de jî sê Kurdên din hatin qetilkirin. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî ku 34 salên wê di nava tevgera azadiyê de derbas bûbûn, hat qetilkirin. Hedefa sereke ya komkujiyê jî ew bû. Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurahman Kizil jî di heman komkujiyê de şehîd bûn.

Bêguman ev ne cara pêşî ye ku li Parîsê cinayetên bi vî rengî pêk tên. Di dîroka herî nêz de ango beriya bi deh salan Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê şehîd bûn. Komkujiya yekemîn ji aliyê kê ve hatibe kirin, komkujiya duyemîn ango ya herî dawî jî ji aliyê heman hêzê ve hatiye kirin. Armanc û sedemên wê yek in. Dixwazin Kurdan bi van komkujiyan bitirsînin û peyamekê bidin. Eger peyama wan têkbirina tevgera azadiyê be, ev pêk nayê. Kurd ne cara pêşiye têne qetilkirin. Bi taybetî jî li Fransayê ev ne cara pêşî ye. 

Heger em vegerin salên 1980'yî. Wê demê PKK ango tevgera azadiyê ya Kurdistanê nû hatibû avakirin. PKK'ê hin kadroyên xwe şandin Ewrûpayê. Yek ji wan jî Mustafa Nazîf Aktaş bû. Ciwanekî 25 salî bû û li Parîsê xebat dikirin. Ji ber van xebatên xwe jî bû hedefa nijadperest û faşîstan. Ango dîsa bi fermana dewleta Tirk êriş pêk hat û Mustafa Nazîf Aktaş şehîd bû. Bûyer jî 23'ê Kanûna sala 1985'an pêk hat. Çi tesadufe ku piştî 37 salan di heman dîrokê de ango 23'ê Kanûnê komkujiyeke din li dijî Kurdan pêk hat. 

Qetilkirina Mustafa Nazîf Aktaş êrişa destpêkê ya li dijî PKK'ê bû ku li Ewrûpayê pêk hat. Ev bûyer jî li Fransayê çêbû û Fransayê ev bûyer jî ronî nekir. Ji wê pêvajoyê heta niha li Ewrûpayê li dijî Kurdan gelek êriş çêbûn. Komele hatin girtin, Kurd hatin binçavkirin û girtin. Li Elmanya û çend deverên din Kurd hatin qetilkirin. Lê Ewrûpa ku qala demokrasiyê dike dûrî pîvanên demokrasiyê sekinî. Ne li hiqûqa xwe guhdarî kir, ne jî li edaleta xwe. Dema ku mijar dibe Kurd vê yekê dikin. Lê wekî din pesnê demokrasiya xwe didin. Heger ew demokrasî ne ji bo her kesî be, wê demê derewan dikin.

Li Parîsê kadroyên PKK'ê şehîd bûn û Kurd hatin qetilkirin. Yê ku ev yek kir dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk bû sedem ku Yilmaz Guney li Parîsê jiyana xwe ji dest bide û cenazeyê wî li Parîsê hat veşartin. Dîsa heman dewlet bû sedem ku Ahmet Kaya li Parîsê jiyana xwe ji dest bide. Cenazeyê wî jî li Parîsê hat veşartin. Dema ku mirov diçe goristana Parîsê ya navdar gorên wan hunermendan dibîne. Wekî din gora Evdirehman Qasimlo jî li heman goristanê ye. Bi vî rengî têkiliyeke nêz a Parîsê bi Kurdistanê re heye. Wê demê mirov dipirse; gelo çi derdê Fransayê bi Kurdan re heye?

Fransa di peymanên navneteweyî de yên ku bi wan Kurd hatine qirkirin û welatê wan hatiye parçekirin de cih digre. Ji bo Kurd nebin xwedî statu rola Fransayê heye. Bi vî rengî hevkariyê bi dewleta Tirk re dike. Di vê rewşê de ti ferqa Fransa û dewleta Tirk nemaye. Wê demê divê Kurd li dijî Fransayê jî têbikoş in. Ji ber ku Kurd li Fransayê tên qetilkirin. Fransa ne edaletê pêk tîne û ne jî Kurdan diparêze. Eger heman bûyer bi serê Fransiyan de pêk hatibûya, wê helwêsta wan cûda bûya. Lê derdê wan bi mere heye. Hin hêzên navneteweyî hene ku vê yekê bi serê Kurdan de tînin. Fransa jî ev rol girtiye ser milê xwe.

Ji bo milyonan kesî Parîs cihekî dîrokî ye. Her kes dixwaze biçe Parîsê û wê derê bibîne. Nav û dengê wê heye. Lê Kurd dema diçin Parîsê yekser berê xwe didin goristana ku gorên Yilmaz Guney, Ahmet Kaya û Evdirehman Qasimlo lê ye. Ji bo dîtina gorên wan diçin wê derê. Wekî din ew komkujiyên ku dewleta Tirk li Parîsê pêk aniye di bîra Kurdan de ye. Bi vî rengî wê Parîs her tim birîndar bimîne. Dema ku Kurd berê xwe didin Parîsê xemgîn in. Li wî welatî Kurd hatine qetilkirin. Li taxên wî welatî xwîna Kurdan hatiye rijandin. Li goristanên wî welatî gorên Kurdan hene. Lewma jî Kurd li wî welatî dicemidin...

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.