Ev sûc li dijî vîna jina azad e

Şemî 23 Kanûn 2023 - 00:24

Meclisa Kongra Star di salvegera yekemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê de ku bû sedema şehîdkirina pêşenga tevgera rizgariya jinan û endama Desteya Rêvebera KCK`ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil di êrişeke çekdarî ya li dijî Komeleya Çandê ya Ahmet Kaya ya li Parîsê 23`yê Kanûna 2022`yan de, daxuyaniyek da. Meclisê, her sê şehîd bi bîr anîn û destnîşan kir ku her sê jî ji bo doza Kurd, aştiyê, demokrasiyê têkoşiyane. Her wiha berxwedan û têkoşîna şehîd Evîn Goyî ji bo doza jinan silav kir.

Meclisê diyar kir ku desthilata Fransî heta niha sûcdarên komkujiya yekemîn a Parîsê ku di 9`ê Çileya 2013`an de li dijî yek ji damezrînera PKK`ê Sakîna Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) çêbûye û komkujiya duyemîn a Parîsê eşkere nekirin û got:"Êdî eşkere bûye ku ev êriş û komkujî bi destê dewleta Tirk bi piştevaniya NATO’yê pêk hatine. Rastiya van sûcan vedişêre. Ev sûc, sûcên qirkirinê li dijî jinan û vîna wê ya azad e."

Meclisê di daxuyaniyê de di kesayeta şehîd Evîn Goyî û hevalên wê de tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soz da ku ji bo pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û aştiyê şopdara rêya wan be.

Meclisê bang li Fransayê kir ku erka xwe bîne cih, rastiya van sûcên li ser erdê wê çêbûne, eşkere bike, hesabê ji sûcdaran bipirse. Her wiha bang li rêxistinên jinan, hiqûqî û kesayetên ji bo aştiyê û demokrasiyê têdikoşin kir ku li hemberî van sûcan helwesta xwe nîşan bidin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.