Yekbûna jinên Sûriyeyê pir girîng e

Pêncşem 21 Tebax 2025 - 03:00

Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya Encumena Sûriyeya Demokratîk Darya Ramadan bi lêv kir ku jinên Sûriyeyê vê dawiyê bi gelek binpêkirin û dûrxistinê re rûbirû dimînin û banga avakirina yekbûn û hevpeymanên jinên Sûriyeyê ya di vê qonaxê de kir.

Endama Komîteya Têkiliyên Giştî ya Encumena Sûriyeya Demokratîk Darya Ramadan got ku jinên Sûriyeyê bi astên girîng ên binpêkirin û dûrxistinê re rûbirû ne. Darya Ramadan tekez kir ku jin bi awayekî sîstematîk ji cihên biryardayînê hatine dûrkirin û di salên şer de rastî gelek cureyên tundiyê hatine. Bûyerên ku li Şam, peravê û Suweydayê rû didin, nîşan didin ku jin hê jî bi binpêkirinan rû bi rû dimînin.

Di yasayan de jî maf negirtine

Darya Ramadan derbar mafên jinan ên di nava zagonên welêt de anî ziman ku rewşa yasayî ya jinên Sûrîyeyî jî pir hesas e û wiha got: “Nêzî 50 salan e ku ew ji zagonên rewşa kesane yên ku neguherîne, tewar bi guhertina hikûmetê re jî, êşê dikişînin. Van zagonan rê nedane jinan ku rolên xwe pêşve bibin an jî beşdarî biryardayînê bibin. Tiştê ku rewşê xirabtir kiriye ew e ku gelek plan bi zanebûn jinan ji cihên biryardayînê yên li ser asta herêmî û navneteweyî dûr xistine. Tevî kotaya ku ji jinan re di hin saziyan de hatiye veqetandin jî, fermî nîne û ne bes e."

Civîn tenê bi nîqaşan sînordar nebûn

Darya Ramadan tekez kir ku wan bi jinên li hundirê Sûriyeyê re danûstandin kirine da ku ezmûna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve bikin. Darya Ramadan ragihand ku demek beriya niha serdana paytext Şamê kirine û ev agahî dan: “Li wir em bi jinên Elewî, Durzî û Sunnî re civiyan. Ev civîn derfetek bû ji bo diyalog û nîqaşên li ser rewşa jinan û zehmetiyên ku ew di jiyana xwe ya rojane de dikşînin. Me ezmûna xwe bi wan re parve kir û ew pir eleqedar bûn ku li ser rêbaz û mekanîzmayên rêxistinkirinê, çawaniya rêxistinkirina xwe û gelek mijarên têkildarî pêşeroja jinan li Sûriyeyê fêr bibin. Civîn tenê bi nîqaşan sînordar nebûn, lê li ser medyaya civakî gelek caran bangewazî hebûn ku banga rêxistinkirina têkoşînek jinan li ser bingeha modela Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikirin."

Yekîtiya jinan divê

Darya Ramadan banga yekkirina dengên jinan a ji bo pêşerojeke çêtir ji bo jinên Sûriyeyê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Divê em li ser mafên xwe yên yasayî û çawa em dixwazin ew di destûrê de werin nivîsandin, bi balkişandina ser zagona rewşa kesane, nîqaş bikin da ku hebûn û mafên jinan di hemû saziyên Sûriyaya pêşerojê de mîsoger bikin. Yekîtiya jinan li Sûriyeyê di vê qonaxê de pir girîng e."

NÛJINHA/QAMIŞLO/ŞÊRÎN MIHEMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.