Mala Jinê ya Rojava dest bi perwerdeyê kir

Sêşem 17 Hezîran 2025 - 02:55

Mala Jinê ya Rojava bi armanca pêşxistina asta xebatan di nava saziyan de kampanyaya dewreyên perwerdehiyê da destpêkirin. Beşdarên perwerdeyê gotin:” Perwerde ji bo pêşxistinê û riya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye.”

Mala Jinê ya Rojava, bi armanca pêşxistina rola jinan di avakirina civakek demokratîk de û pêkanîna edaleta civakî û wekheviyê di 18’ê Gulanê de kampanyaya perwerdehiyê li ser asta Qamişlo û Hesekê dest pêkir.

Li bajarê Hesekê dewreyek perwerdehiyê 4 rojan hate vekirin ku tê de 62 endamên Mala Jin, saziyên civaka sivîl ên ji navçeyên bajêr, kampa Serêkaniyê û Weşokanî beşdar bûn. 

Jinên ku beşdarî perwerdeya Mala Jin bûn nêrînên xwe derbarê perwerdeyê de anîn ziman.

Endama Rêvebera Mala Jin a Bajarê Hesekê Nûra Omer da zanîn ku kampanya perwerdehiyê bi armanca avakirina civakek bi edalet e û wiha pê de çû: “Ev hemle, mehek e li ser asta kantona Cizîrê hatiye despêkirin. Armanca vê perwerdeyê ew e ku hemû jinên di saziyan de xebat dikin, rêziknameya hundirîn a Mala Jin, Kongra Star û zagona malbatê nas bikin, da ku kar û xebatan baştir bimeşînin.”

Endama Mala Jin ya Eştarût, Katrîn Lolê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna perwerdeyê anî ziman û got: Perwerde ji bo pêşxistinê û riya çareserkirina pirsgirêkên civakî ye. Em 5 kes ji mala Eştarot ya Suryanî beşdarî dewreya perwerdeyê bûn. Pêwîstiya me bi vê perwerdehiyê hebû, da ku em xwe di warê rêzikname û Zagona Malbatê de xurtir bikin û bibin hêza bersivê ya ji pirsgirêk û dozên ku tên Mala Eştarot.”

NÛJINHA/HESEKÊ/RONÎDA HACÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.