Yuksel Koç hate berdan

Şemî 2 Tebax 2025 - 03:40

Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç, di rûniştina li bajarê Karlsruhe yê Elmanyayê, bi şert hate berdan. Li gorî agahiyên ji parêzera Yuksel Koç Fatma Sayin hate wergirtin, di rûniştina li Karlsruheyê hate pêkanîn de, bi şertê di nava hefteyê de 2 rojan îmzeyê bide, biryara darizandina ne girtî hate dayîn. Sayin got:’’Dadgehê di biryara berdana muwekîlê min de, ji ber 35 salan li Elmanyayê jiyan dike, mafê xwe yê rûniştinê ya heta hetayî heye, endamên malbatê li Bremenê rûdinên û cihê xwe yê kar jî ji ber li Bremenê ye, rewşa wî ya şexsî li pêşçavan hate girtin û ev biryar da.’’

Li gorî agahiyên ku malbata Koç dane, dayîka Yuksel Koç Mehrîban Koç, pêr li Bremenê jiyana xwe jidest daye. Parêzera Yuksel Koç jî ragihand, wî wefata dayîka xwe, li salona rûniştinê bîhîstiye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.