Yuksel Koç ji bo çi hate girtin?
Pêncşem 22 Gulan 2025 - 03:35
HAKAN TURKMEN
Hevserokê berê yê KCDK-E’yê Yuksel Koç li Elmanyayê hate girtin. Berdevka Komîsyona Karên Derve ya KNK’ê Nîlûfer Koç derbarê girtina Yuksel Koç de axivî û diyar kir ku ev yek ne hiqûqî ye bi temamî tercîheke siyasî ye û wiha dewam kir:’’Hedefgirtina Yuksel Koç, dewama polîtîkayên zextê yên Elmanyayê ku bi salan e li ser Kurdan dimeşîne. Biryara qedexeya PKK’ê ya Elmanya ku di sala 1993’an de girtiye, êdî ji sembolbûnekê derketiyê, bûye amûreke zextê ya li hemberî hizrên gelê Kurd, mafên wê yên rêxistinbûnê û qada siyaseta demokratîk. Ev qedexe êdî veguheriye hinceteke şer a li dijî azadiya gelê Kurd tê birêvebirin. Ev helwesta polîtîk a Elmanya ku di çarçoveya tifaqa NATO’yê ya bi Tirkiyeyê re pêş dixe, nîşan dide ku eqlê dewletê yê ku çareseriya pirsa Kurd naxwaze dewam dike.
Bersiva zextê ya ji gavên azadiyê re
Di salên 2000’an de li gel guhertina stratejîk a PKK’ê, destpêkê Îngîlîstan, piştre Yekîtiya Ewrûpayê, PKK qedexe kir. Elmanyayê jî ev qedexe kûr û berfireh kir. Îro Kurd biçin ku derê jî, Elmanyayê sîstemeke darizandinê ava kir. Li tu welatekî Ewrûpayê weke li Elmanyayê siyaseteke dij-Kurd a sîstematîk tune ye. Ji sala 1993’an heta niah tevî guhertina hikûmetan jî, polîtîkayên dewletê neguhertine, berovajî li gel qedexeyê pêkanînên dijberê Kurdan zêdetir bûne. Elmanya di salên dawî de polîtîkaya ‘afirandina Kurdê xwe’ dimeşîne û ji vî alî ve piştgiriyeke cidî ya madî û medyayê pêşkêş dike.
Parastina aştiyê sûc tê dîtin
Nîlûfer Koç bi bîr xist ku hikûmeta Elmanyayê ji bo banga Rêber APO bersiveke erênî daye û herwiha kongreya 12’an a PKK’ê jî erênî hatiye pêşiwazîkirin. Koç destnîşan kir ku lê di vê pêvajoyê de girtina parêzvanên aştiyê yê ji aliyê aqilê dewletê ve nakokiyeke cidî ava dike û got:’’Aliyekê hûn dibêjin em piştgiriyê didin aştiyê, li aliyekî din kesên ji bo aştiyê kar dikin, hûn digrin. Ev helwesteke çawa ye? Ev nêzîkbûna bi nakok, derbarê mijara xwesteka Elmanyayê ya aştiyê de, pirsên cidî diafirîne. Di demeke ku PKK’ê ragihand ku wê xwe fesih kiriye, hûn çawa dikarin bi navê rêxistineke ku êdî li holê nîne, mirovan bigrin? Ev nêzîkbûn nîşan dide ku çareseriya pirsa Kurd naxwazin, dixwazin Tirkiye hertim di rewşeke şer de be.’’
Yuksel Koç bi tesaduf nehat girtin
Nîlûfer Koç destnîşan kir ku Yuksel Koç bi salane ji bo biratiya gelan, piştgiriya enternasyonal û yekîtiya neteweyî ya Kurd têdikoşe, girtina wî ne tesaduf e û got:’’Ev girtin wê peyamê dide ku ‘em ê kesên ji bo aştiyê kar dikin jî ceza bikin’. Ev polîtîka piştgiriyê dide şerxwazan, lê kesên aştiyê dixwazin jî hedef digre. Di rastiyê de Kurd bi rêyên aştîxwaz û demokratîk, têkoşînê dimeşînin. Krîmînalîzekirina Elmanyayê ya vê têkoşînê, tê wê wateyê ku eşkere aştiyê naxwaze.
Derbeyeke li pêvajoya demokratîk
Elmanya bi astengkirina mafê siyaseta demokratîk a Kurdan, dixwaze wan mahkûmê pozîsyona şer bike. Di rastiyê de gelê Kurd êdî ketiye rêyekê ku bê çek, bi têgîhîştina civaka demokratîk, bikeve pêvajoyeke jinûve avakirinê ya aştîxwaz. Ev zextên ku tên kirin, tê wateya ‘em aştiyê red dikin’. Koç ev pirskir ku ’40 sal in Kurdên li Elmanyayê çi kir?’, bi bîr xist ku di vê pêvajoyê de Kurdan ji bo çareseriya aştîxwaz, rakirina qedexeyê, bidawîbûna cihêkariyê û rêzgirtina Kurdê azad têkoşîn meşandiye. Elmanya jî heta niha bi cezakirina van hewldanan mijûl e.
Dest ji vê polîtîkayê berdin
Herî dawî Nîlûfer Koç diyar kir ku di dosyeya Yuksel Koç de sûcdariyeke şênber tine ye û ev bang li Elmanyayê kir:’’Êdî dest ji vê polîtîkaya dij-Kurd a ji sala 1993’an heta niha dimeşînin berdin. Ev zext nikarin bi Kurdan gav şûnde bidin avêtin. Têkoşîna azadiyê berdewam dike. Divê yekser girtiyên siyasî, bi taybetî jî Yuksel Koç bê berdan. Bi rastî jî ger Elmanya weke di 27’ê Sibatê û 12’ê Gulanê de ragihandiye û piştgiriya aştiyê dike, destpêkê divê mirovên siyasetê dikin azad bike û dest ji van polîtîkayên cihêkar berde. Ger PKK’ê xwe fesih kiribe, êdî tu rewabûna israra di vê qedexeyê de jî nemaye. Tişta ku divê îro were kirin, piştgirîdayîna pêvajoya aştî û demokratîk a gelê Kurd û pêşîvekirina li siyaseta azadîxwaz e.’’