Çarenûsa yên binçavkirî nayê zanîn

Şemî 16 Tebax 2025 - 03:15

Zextên rejîma Îranê yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî Kurdan û çalakvanan bê navber dewam dikin. Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê, derbarê binçavkirinên li Rojhilatê Kurdistanê yên ji aliyê rejîma Îranê ve agahî parvekir.

Li gorî rêxistinê di 12’ê Tebaxê de çalakvanek civaka sivîl yê bi navê Emîr Seydî yê xelkê Mihabad ya Rojhilatê Kurdistanê hatiye binçavkirin û çarenûsa wî nayê zanîn. Di heman rojê de çalakvanê bi navê Ferhad Rencer jî bêyî fermana dadwer hatiye binavkirin û ji bo cihek nediyar hatiye veguhestin. Li gorî heman çavkaniyê welatiyên Kurd yên bi navê Ehmed Gulistanî, Mihemed Gulistanî, Bêhzad Gulistanî, Muhsîn Gulistanî, Mehran Gulistanî, Ferzad Mistefa Zade, Hemîd Mistefa Zade û Şoreş Mistefa Zade yên ji gundê Newciwan ya ser bi Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, 6 rojin hatine binçavkirin û ti agahî ji wan nayê girtin. Herwiha 24 rojin welatiyê Kurd yên bi navê Mihemed Ela Rezayî yê xelkê bajarokê Dêwlanî ya ser bi Sineyê hatiye binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wî nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê, ji dema şerê di navbera Îsraîl-Îranê heya niha, 335 welatî û çalakvanên Kurd li bajarên weke, Îlam, Urmiye, Sine, Kirmaşan, Tahran û Xorasanê ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.