Daristanên Kespiyanişê tunekirin

Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:35

Derket holê ku daristanên gundê Kespiyanişê yê navçeya Elkê ya Şirnexê bi destê cerdevanan di nava 3 mehan de bi temamî hatine tunekirin. Piştî ku êdî darên bên birîn li herêmê neman, qirkirina li herêmê jî di meha Tebaxê de sekinî bû. Têkildarî qirkirina daran a li herêmê me di 7’ê Tebaxê de “Li Elkê Qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê! " weşandibû. Di dîmenan de wêneyên beriya birîna daran û yên piştre, asta talana li herêmê radixin ber çavan. Quntarê çiyê ku di dîmenên demsala biharê de hatin kişandin de bi hezaran dar lê xuya dikin, di dîmenên piştî 3 mehan hatine kişandin de xuya nakin û nîşaneya asta qirkirina ekolojiyê ya li herêmê radixe ber çavan. Birîna daran a li Şirnex û navçeyên wê zêdetirî 5 sal in bênavber didome. 

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.