Çarenûsa jina Kurd nediyar e

Duşem 21 Tîrmeh 2025 - 02:45

Rêxistina mafên mirov a HRNA’yê di nûçeyek xwe de ragihand ku 8 rojin jinek Kurd bi navê Ronak Deştî ya xelkê bajarê Kamyaran a ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, hatiye binçavkirin û ti agahiyek li ser çarenûsa wê nehatiye wergirtin. Hatiye diyarkirin ku Ronak Deştî roja 13’ê Tîrmehê li Kirmaşan ji aliyê hêzên Îtlaeta Îranê ve bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.