Ti carî paşve gav navêjin!
Sêşem 7 Cotmeh 2025 - 03:25
SAÎT OZTÛRK / HEÎLBRONN
Piştî 4 sal û nîvan girtî ma, siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan, hate berdan û got:’’Cezayê herî mezin dane me û heta roja dawî ez di girtîgehê de hiştim. Ev neheqiya ku li me hatiye kirin, ti carî rewa nabînin. Gelê me û em ti carî paşve gav navêjin.’’ Siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2021’an de li Elmanya hate binçavkirin, piştî 4 sal û nîvan girtî ma, ji girtîgeha JVA Heilbronê hate berdan. Abdullah Ocalan ê ku ji 11’ê Gulana 2021’an heta niha di girtîgehê de bû, li pêş girtîgehê bi çepik û kulîlkan hate pêşiwazîkirin. Piştî merasîma pêşiwazîkirinê, derbasî Komeleya Ciwanan a Elman bûn. Li vir Abdullah Ocalan axaftineke kurt kir û sipasiya kesên ew pêşiwazîkirine kir û got:’’Ji nav çar diwaran derketin û bi hevalan re hevdîtin baş e, lê di serî de Rêbertiya me, gelek hevalên me hîn jî girtî ne. Rêber APO 27 sal in, hîn jî bi hezaran hevrêyên me di zindanê de di bin şertên herî giran de tên ragirtin. Ger rojekê Rêber APO û hemû hevrêyên me azad bin, wê demê ew roj wê ji bo me bibe roja herî bextewer.’’
Nikarin gav bi me paşve bidin avêtin
Abdullah Ocalan îşaret bi zextên li gelê Kurd tê kirin kir û got:’’Li me zilmê û neheqiyê dikin. Dixwazin rûmeta me bişikînin, lê hemû hevalên me li berxwe didin. Me jî li Ewrûpayê tiştekî xelet nekiriye. Ji ber me têkoşîna azadiyê ya gelê me meşand, 5 salan ji xebatên me dûrxistin em kirin nava çar dîwaran. Ev jî berdêleke ku me ji bo azadiyê daye. Nikarin bi ti kesî gav şûnde bidin avêtin. Hemû heval jî li berxwe didin.’’
Em li pişt Rêbertiya xwe ne
Ocalan bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Rêber APO hatiye destpêkirin û got:’’Em li pişt Rêbertiya xwe û aştiya ku wî pêşxistiye ne. Em li gel mirovahiya birûmet a li cîhanê ne û em ê wiha jî cihê xwe li gel wan bigrim. Ev daxwaz û mafê me yê herî xwezayî ye. Neheqiyê li me dikin, lê ez vê yekê weke pirsgirêk nabînim, lê ti carî jî emê vê neheqiyê rewa nebînin. Gelê me û em ti carî paşve gav navêjin.’’
Spasiya taybet ji Ozgur Polîtîkayê re
Di axaftina xwe de Ocalan ji rojnameya me Yenî Ozgûr Polîtîkayê re jî spasiya xwe ragihand û got:’’Ez spasiya xwe ya taybet ji Yenî Ozgûr Polîtîkayê re radigîhînim. Tu derfetekê me yê em bi derve re pêwendiyê deynin tine bû û pêwendiya me ji ser rojnameyê çêdibûn. Min dikarî geşedanan ji wir bişopanda.’’
Ravekirina wê rojê gelekî zehmet e
Ocalan qala şertên girtîgehê kir û got:’’Dema ku mirov di nava çar dîwaran de be û agahiya hevrêyên şehîd bûne werbigre, bi taybetî jî bi tena serê xwe be, gelekî zehmet bû. Bi taybetî hevalên ku we nas dikirin bûya. Bi taybetî min dema agahiya şehadeta Heval Riza û Heval Fûat xwend, nayê bîra min ku ew roj çawa derbas bû. Lê rastiya têkoşîna me wiha ye. Ewê berxwedana me bidome. Eziyet û heqaretê li me dikin. Lê em jî li hemberî vê bi rûmet rawestiyan û emê rawestin jî.’’
Em ê lêborîna çi bixwazin?
Ocalan spasiya xwe pêşkêşî kesên ku di vê demê de piştgirî dane wî jî kir û got:’’Ez dizanim ku hevalên me û dostên me bi me re di nava berxwedanê de ne. Dixwazin bi girtîgehê me tecrîd bikin û hêviya me bişikînin. Min li dadgehê ji parêzerê xwe pirsî ‘Gelo ji me çi dixwazin?. Wî jî got dixwazin tu lêborînê bixwazî. Min jî got lêborîna çi? Me çi kiriye? Ji bo ku em weke Kurd hatine dinê? Ji bo ku em dibêjin aştî? Me çi kiriye, dizî kiriye, mirov kuştine, em çi neheqî li dewleta Elman kiriye ku em lêborînê bixwazin? Ji ber ku em li gorî daxwazên wan tevnegeriyan, cezayê herî giran dane me û heta roja dawî jî di girtîgehê de hiştin. Çi dibe bila bibe, ez îro bi hevrêyên xwe re me û spasiya xwe ji herkesekê eleqeder re dikim.’’