Zarokên wê li holê man
Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:10
Polêsan li Sêrtê dayika 4 zarokan Salîha Aksû binçav kirin û şandin dadgehê. Şandeya Dadgehê bi hinceta cezayê wê yê berê hatiye erêkirin, birhara girtinê li ruyê wê xwendin û şandin girtîgeha Êlihê. Polêsan bi ser malbata Aksû ya Sêrtê de girtin. Di serdegirtina malê de dayîka 4 zarokan Salîha Aksu binçavkirin. Dema Salîha Aksu ya malbata wê li Ortaklarê ya Aydinê ye, diçe serdana malbata dayik û bavê xwe ya li Sêrtê. Polês bi ser malbata dayîk û bavê wê de digire û wê li malbatê binçav dikin. Polês piştî wî wê binçav dikin, zarokên wê li mala dayîk û bavê wê dihêlin û wê sewqî dadgehê dikin. Şandeya Dadgehê jî bi sedema ku cezayê wê hatiye erêkirin, biryarê li ruyê wê dixwîne û wê dişine Girtîgeha Êlihê. Hate hînbûn ku der barê Salîha Aksû de bi hinceta parvekirinên tora civakî di 2017’an de doz lê hatibû vekirin. Dadgehê jî bi sucdariya endamtiya rêxistinê ceza li wê birîbû. Salîha Aksu ku dayîka 4 zarokan e, piştî hat girtin zarokên wê Rosa Aksu 7.5 salî, Nîsa Aksu 5.5 salî , Gokçe Aksu 3.5 salî û Kerem Aksu 1.5 salî, li pey wê man. Tê payîn piştî çend rojan Salîha Aksu bişînin girtigeha Erzînganê.
AW/NAVENDA NÛÇEYAN