Sûcdarên li Peravê li Siwêda sûc dikin

Pêncşem 24 Tîrmeh 2025 - 03:00

Li gorî agahiyên ku çalakvanên mafên mirovan û çalakvanên ji Siwêydayê dane, heta niha hatiye ispatkirin ku 80 jin winda ne. Li gorî agahiyên ku endama Komîteya Têkilî û Îtifaqê Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed da ajansa me, hejmar ji vê zêdetir e, lê ji ber rewşa ne ewle ya herêmê hejmarek zelal nehatiye bidestxistin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku heta niha li bajar û gundewarê Siwêdayê 1150 kes hatine qetilkirin. Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan a NY`yê di daxuyaniya xwe ya 20’ê Tîrmehê de eşkere kiribû ku ji dema destpêkirina şer li Siwêdayê û heta niha 128 hezar û 571 kes koçber bûne. Rûken Ehmed anî ziman ku jinên herêmê û hevalên wan ên li Siwêdayê dixwazin ku xebatek ji bo diyarkirina çarenûsa jinan bê meşandin û got:"Dixwazin di aliyê ewlehî û alîkariyên mirovî de xebat bên meşandin. Bi taybet jî bi awayek awarte alîkariya derman, av û rewşên mirovî bê kirin û şer bê rawestandin. Ji bo vê jî korîdorek mirovî bê vekirin." Rûken Ehmed diyar kir ku gelê li Siwêydayê bang dikin ku agahiyên li ser medyaya civakî yên dibêjin “Durzî êrişî Bedewiyan dikin” ne rast in û got:’’Ev bi zanabûn ji bo teşhîrkirina gelê Dûrzî û rewakirina komkujiyê tê kirin. Gelê Siwêda dibêje berê wan dixwest pergalek nenavendî bê avakirin û ev daxwazek bû, lê niha teqez dikin ku pergalek nenavendî bê avakirin, ew nikarin di nava pergalek selefî de bijîn. Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha jî li peravê revandina jinan didome. Heta niha çarenûsa zêdetirî 20 hezar mirovî ne diyar e. Malbatên jinên li peravê hatine revandin ji ber xetereya li ser jiyana jinên revandî ditirsin agahiyan bidin, jinên bi şêweyekî hatine berdan jî ji ber gefên li ser malbatan nikarin belgeyan bigihînin saziyên jinan û ragihandinê. Ev bûyer di berpirsyariya hikumeta veguhêz de çêdibin. Xîtaba hikumetê yekalî ye û şer gur dike. Nasnameyekî li ser nasnameyek din ferz dike. Ji bo binpêkirinên li peravê rapor radestî Ehmed Şeri kirin, lê ewqas sûcên bi dîmen hatin kirin jî kesên sûcdar nehatin darizandin. Niha jî heman kes li Siwêdayê heman tiştî dubare dikin.”

ANHA/BÊRÎTAN ÎRLAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.