Têkoşînek civakî divê

Şemî 24 Gulan 2025 - 02:50

Endama têkilî, tifaq û siyaseta demorkatîk a Kongreya Star û endama komîteya amadekar a NADA'yê Rûken Ehmed got:"Divê têkoşînek civakî pêk bê. Ji Sûdanê heta Îranê, ji Fîlîstînê, ji bo hemû jinan banga piştgiriyê hat kirin. Ji ber vê bernameyên me li vir naqedin.”

Koalîasyona Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Herêma Bakurê Afrîkayê (NADA) di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyê yekemîn kongreya xwe pêk anî û bi encamnayeê bi dawî bû. Di nîqaşan de belgeyên "şoreşa jinê"  hatin pêşkêşkirin û di nîqaşan de bê navber manîfestoya konfederalîzma demorkatîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih girt.

Endama Têkilî, tifaq û siyaseta demorkatîk a Kongreya Star û endama komîteya amadekar a NADA'yê  Rûken Ehmed ji ajansa me re axivî.

Rûken Ehmed da zanîn ku NADA’yê wê sala borî kongreya yekemîn pêk bianiya lê ji ber sedemên ewlehiyê îsal pêk anîn e û got: “Me der barê armanc û girîngiya kongrya sê rojan de nîqaş meşand. Rapora 4 salan hat aşkerakirin. Kêmasî û xwerexnedayîn hatin kirin. Di roja ewil de têkoşîna jinan û tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin. Em li ser qirkirina jinê ya di sêyemîn şerê cîhanê de sekinin û nîqaş hatin meşandin.”

Rûken Ehmed daxuyakirin ku kêmasiyên ku berê NADA ketiyê li ber çavan hatine girtin û li ser xurtkirina rêxistibûnê sekinîne û got: “ Divê komîteyên herêmî bên avakirin. Divê jin di her qada civakê de cih bigirin. Di vê esasê de divê em piştgiriyê bidin hev. Divê têkoşînek civakî pêk bê. Ji Sûdanê heta Îranê, ji Fîlîstînê, ji bo hemû jinan banga piştgiriyê hat kirin. Ji ber vê bernameyên me li vir naqedin.”

JINNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.