Bi têkoşîna piralî konferans pêk hat

Sêşem 25 Adar 2025 - 03:15

  • Jinan bi lêv kirin ku Konferansa Jinê ya Neteweyî ya Kurd a Rojava bi têkoşîneke piralî hatiye lidarxistin û gotin:” Ji bo pêkhatina nêrîna hevpar û helwesteke hevpar ev konferans wê bibe wesîleya gavên girîng."

Konfederansa Jinên Kurd a Yekemîn a Rojava di 23'yê Adarê de li Parka Azadî ya Qamişloyê bi dirûşma 'Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bi pêşengiya jinên Kurd pêk tê' hate lidarxistin. 300 delege beşdarî konferansê bûn. Dîwan ji Bedevka Kongra Star Rîhan Loqo, Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Perwîn Yûsif, Endama Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Qasim, aktîvîst Sîham Emoka û Seroka Tevgera Paşerojê ya Kurdistanê Narîn Metîni pêk hat.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de li ser bûyerên siyasî rapor hate xwendin û bi nîqaşên beşdaran rûniştina destpêkê bi dawî bû. Rûniştina duyemîn jî bi sernavê 'Li Rojavayê Kurdistanê Konferansa Yekîtiya Jinê ya Neteweyî ya Kurd' destpê kir û rapora ji 11 xalan a ji mijarên yekîtiya jinên Kurd, çand û nasnameya jinên Kurd, neteweya demokratîk, Jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna ji bo mafên jinan, parastina destketiyên şoreşê, xweparastina jinê û aboriya jinê hate xwendin û nîqaşkirin. Konfeans bi encamnameya ji 12 xalan bi dawî bû.

Ji beşdarên konferansê Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Endama Koordînasyona Helebê ya Kongra Star Nêrgiz Bekir li ser girîngiya konferansê  axivîn.

Bi têkoşîna piralî konferans pêk hat 

Îlham Ehmed ragihand ku jinên Kurd bi salan e di nava têkoşîneke bêeman de ne û bi dewamî got, "Jinên Kurd li çeperên şer fedakariyên mezin kir. Hinek jê şehîd bûn, hinek jî gazî bûn. Di heman demê de li eniya siyasetê jî bi roleke çalak rabûn. Ji bo doza Kurd, polîtîkaya qirkirinê ya li hemberî gelê Kurd li cîhanê bê bihîstin bi roleke mezin rabûn. Di encama têkoşîna piralî de ev konferans îro pêk hat. Di dîroka jinê Kurd de wê bibe rûpelek nû. Bi wesîleya vê konferansê wê rêxistiniya xwe xurt bike, paşeroja xwe di vê çarçoveyê de ava bike û pêşengiya xwe mezin bike. Civakeke azad bi jineke azad dikare ava bibe. Eger em doza welatekî azad dimeşînin divê beriya her tiştî civak azad bibe, ji bo azadiya civakê jî divê jin azad bibe. Lewma ji bo pêkhatina nêrîna hevpar û helwesteke hevpar ev konferans wê bibe wesîleya gavên girîng."

Tifaq girîng e 

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Konferansa Jinê ya Neteweyî ya Kurd a Rojava ji bo pêkhatina Konferansa Neteweyî ya Kurd a Rojava bûye zemînek û got, "Ji bo Kurd nebin yek û parçe bibin, gelekî hewl hate dayin. Îro jin bi lihevkombûnê re eger nêrîneke hevpar diafirînin, ev yek wê bandoreke mezin li gelê Kurd jî bike. Ji ber vê yekê gavên destpêkê ye. Di demeke kurt de wê bigihêje encamê. Di navbera partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava de wê tifaqek bê ragihandin. Ji bo pêşî li şerekî navxweyî yê nû yê li Sûriyeyê bê girtin û mafên gelê Kurd bêne garantîkirin ev tifaq girîng e."

Wê pêşketinên nû rû bidin

Nêrgiz Bekir diyar kir ku bi têkoşîna jinên Kurd re ya ku li Şoreşa Rojava gihîşt asta herî bilind, bi pêkhatina yekîtiya jinên Kurd re wê pêşketinên nû rû bidin û got, "Nêrîna hevpar a jinên Kurd ji bo jinûve nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyeyê gelekî girîng e. Her wiha jin wê bibe wesîleya belavbûna neteweya demokratîk û azadîparêziyê, yekîtiya Kurd û paradîgmaya neteweya demokratîk."

ANF/NÛJIYAN ADAR/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.