Daxwaz azadiya fîzîkî ye

Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:05

Endama Koordînatasyona Kongra-Star a Lubnanê Leyla Muhammed bi lêv kir ku ji bo banga aştiyê ya Abdullah Ocalan divê ked û xebatek mezin bê dayîn û got: “Me bi kelecanek mezin bersiv da banga Rêber Apo. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û bidawîkirina îşkenceya Îmraliyê ye.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ li gelan kir, di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo jinan, beriya 21’ê Adarê Newrozê jî bang li civaka êzidî û her wiha di 4’ê Nîsanê de jî li ciwanan kir. Ev peyam her yek xwedî girîngiyên mezin bûn û li cîhanê deng dan.

Endama Kordînasyona Kongra-Star a li Lubnanê Leyla Muhammed der barê banga sedsalê ya 27’ê Sibatê de hatiye kirin de axivî.

Daxwaz azadiya fîzîkî ye

Leyla Muhammed di destpêka axaftina xwe de balkişand ser pîrozbahiyên Newrozê ku li her derê cîhanê hatine pîrozkirin û wiha vegot: “Ez Newroza Rêber Apo û gelê Kurd carek din pîroz dikim. Newroza îsal cuda bû. Bêguman Newroz ji bo Kurdan rojek nû, azadî û vejîn e. Em jî wek hemû gelan dixwazin jiyaneke aştiyane bijîn. Banga sedsalê ji aliyê gelan ve bi coş hat pêşwazîkirin. Ji ber vê Newroz jî bi coş hat pîrozkirin. Me bi kelecanek mezin bersiv da banga Rêber Apo. Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye û bidawîkirina îşkenceya Îmraliyê ye.”

4’ê Nîsanê berxwedana gelê Kurd e

Leyla Muhammed balkişand ser pîrozbahiyên Newroz, 8’ê Adarê û 4’ê Nîsanê û ev nirxandin kir: “Peyama Rêber Apo ya 8’ê Adarê nîşan dide ku çiqas girîngiyê dide jinan. Rêber Apo di çarçoveya azadiya jinê de paradîgma daniye holê. Peyama 8’ê Adarê jî watedar û bi bandor bû. Rêber Apo bi piştgiriya xwe ya ji bo jinan, bi xebata der barê rastiya jinê de bi salan e li berxwe daye. Piştgiriya Rêber Apo ya ji bo jinê didome. Gelê Kurd û jinan Newroz, 8’ê Adarê û 4’ê Nîsanê rojbûna serokatiyê bi coşek mezin pêşwazî kirine. 4’ê Nîsanê roja berxwedana gelê Kurd e.”

Peyamên ji bo jinan girîng in

Leyla Muhammed balkişand ser peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Banga sedsalê ya ‘aştî û civaka demokratîk’ gelek girîng e. Ligel vê nameyên ku ji jinan re, civaka Êzidî û ciwanan re hatiye şandin jî nîşan dide ku divê em xwe bi rêxistin bikin. Peyam ji bo vê ne. Esasên di nameyan de divê bên fêmkirin.”

Rola jinan esas e

Leyla Muhammed li ser peyama 8’ê Adarê sekinî û diyar kir ku ji bo pêşî li qetilkirinên jinan bê girtin divê zêdetir berxwedan bê nîşandan û wiha bi lêv kir: “Rola jinan a di civakê de esas û taybet e. Rêber Apo li ser vê disekine. Bi rastî jî ronesans e. Ronesansê çawa Ewropa guhert, Rêber Apo jî ji bo guhertina jinê dibêje Ronesans an jî wê çanda qirkirin, destdirêjî, koletî û desthilatdariyê bidome. Rêber Apo dibêje ‘jin azad nebe civak jî azad nabe’. Heta Rêber Apo jinê wek gerdûnê dinirxîne.”

JINNEWS/ENQERE/MELEK AVCI

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.