Kampanyaya jinên Sûriyeyê didome
Duşem 27 Cotmeh 2025 - 02:55

Kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî Ava Bikin" ku Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya dabû destpêkirin, bi panel, nivîsandina name û gotaran didome. Ji rêxistinên jinan û aktîvîstên jin ên ji Ewropya û Rojhilata Navîn jî vîdeoyên piştgiriyê tên şandin.
Di 20’ê Îlonê (2025) de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê konferansa "Hevgirtina jinan bingeha avakirina edalet û demokrasiyê ye li Sûriyeya nenavendî û yekgirtî" li dar xist. Gelek siyasetmedar, hiqûqnas, rewşenbîr, endamên eşîrên Ereban ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb, herêma peravê û Şamê, derdora 700 delege beşdarî konferansê bûn. Jinên ji Siwêdayê jî bi rêya Zoomê beşdar bûn. Yek ji encamên konferansê destpêkirina kampanyayeke ji bo nenavendîbûna Sûriyeyê û di pêşeroja Sûriyeyê de rola jinan bû.
Di 12’ê Cotmehê de Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenûbiya kampanyaya "Em ê Sûriyeyeke Azad, Demokratîk, Nenavendî Ava Bikin" bi daxuyaniyên li Reqa û Qamişloyê, da destpêkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dê pêngav heta 12’ê Mijdara 2025’an bidome. Hat diyarkirin ku kampanya dê ji qonaxan pêk bê.
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji pêkhateyên Durzî, çalakvanên Elewî yên li Humus û Şamê bi vîdeoyan beşdarî kampanyayê bûn. Li gorî agahiyên me ji Kongra Star wergirtine, jinên li peravê ji ber metirsiya hikumeta veguhêz a Şamê nekarîne vîdeoyên piştgiriyê bişînin. Jinan di vîdeoyan de mijarên mafên jinan, rolê jinan di avakirina Sûriyeya pêşerojê de, Sûriyeyeke nenavendî nîqaş kirin. Bi vî awayî qonaxa yekemîn a hemleyê pêk hat.
Di çarçoveya qonaxa duyemîn de, 19’ê Cotmehê paneleke online pêk hat. Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên Elewî û Durzî, jinên ji Ewropayê beşdarî panelê bûn. Armanca panelê ew bû ku daxwazên jinên Sûriyeyê bigihînin saziyên eleqeder ên navneteweyî, saziyên parastina mafê mirovan û mafên jinan. Dê lidarxistina panelan bidome.
ANHA/QAMIŞLO















