Em kolanên Parîsê dagirin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 4 Çile 2024 - 16:13

Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), têkildarî komkujiyên li Parîsê daxuyaniyek dan û ji bo çalakiya navendî banga tevlîbûnê kirin û wiha gotin:"Tevî ku 11 sal di ser komkujiya 9'ê Çileyê re derbas bûne, hîn jî zirxa 'sira dewletê' ya li ser dosya dozê nehatiye rakirin. Komkujiya duyemîn a ku 23'ê Kanûna 2022'an hate kirin, dewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ye. Yên ku fermana komkujiyê dan û kujer zelal in, ya ku ne zelal e, edaleta dewleta Fransayê ya li hemberî gelê Kurd e. Eger dewleta Fransayê naxwaze bibe şirîkê vê komkujiyê, divê biryara nepenîtiyê ya li ser dosyayê rake, komkujiya Parîsê ya duyemîn weke komkujiyeke siyasî binirxîne.

 

Em li dor Rêberê xwe bicivin

Di daxuyaniyê de komkujiyên li Parîsê weke parçeyeke ji polîtîkaya qirkirinê yên li ser gelê Kurd hate pênasekirin û wiha hate gotin:’’Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê ku nîşaneya israra hêzên navneteweyî ya li ser qirkirina Kurdan e, lewma ronîkirina van herdu komkujiyan wê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê me. Ji ber vê yekê wezîfeyeke me ya herî esasî ye ku em li dora Rêbertî bicivin, têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

 

Berê xwe bidin Parîsê

Di dawiya daxuyaniyê de bang li Kurdan û dostên wan hate kirin û wiha hate gotin:’’Israra li ser têkoşîna azadiya jinê, israra li ser parçekirina kodên sîstema serweriya mêr e. Lewma şoreşa jinê wê tolhildana me be. Edalet, azadî û demokrasî bi berxwedanê pêk tên. Ji ber vê yekê di serî de jin em bang li gelê Kurd û dostan hemûyan dikin ku 6'ê Çileyê kolanên Parîsê dagirin."Têkildarî cih û saeta kombûna ji bo çalakiyê jî ev agahî hatin dayin: 6'ê Çileya 2024’an di saet 10.00’an de li Gare du Nordê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.