Karkerê bi Kurdî axivî ji kar hat avêtin

Duşem 15 Îlon 2025 - 14:30

Karker Baran Temîzaltin, li Tekîrdagê girêdayê şîrketa “Argon a Pîşesazî û Bazirganî Şîrketa Anonîm” a girêdayî “MY Grup” ê de dixebitî. Lê di 6ê Îlonê de dema bi hevalekî xwe re bi Kurdî axiviye rastî êrişê hatiye û di 8ê îlonê de ji kar hatiye avêtin. Baran Temîzaltin û Aktivîstê Zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli di derheqê êrişê de ji Ajansa Welat (AW) re axivîn.

Karker Baran Temîzaltin diyar kir ku dema ji kar derketiye bi servîsa şirketê vedigeriya malê û di servîsê de bi hevalekî xwe re Kurdî axiviye ji ber vê rastî êrişê hatiye û got: “Ajokarê xizmetê got ‘yên Kurdî diaxivin bila servîsa li min siwar nebin. Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin’. Ji ber vê êrişê ez pir aciz bûm. Ez ji kar jî derxistin, gelekî xemgîn bûm.”

Baran Temîzaltin da zanîn ku êriş liser ziman nayên qebûlkirin û axaftina xwe wiha domand: “Vê bûyerê em pir acizkirin. Ji xwe me roja 12ê Îlonê li Çerkezkoyê li ber şaredariyê daxuyaniya çapemeniyê da. Ez dixwazim ku ew mijar baş bê fêmkirin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.