12 sal derbas bûn hê jî veşartî ye
În 6 Hezîran 2025 - 03:35
- Serokê Koma Xebatê ya Kurd û Parlementerê Fransa ya Serî Natewîne (LFI) Thomas Portes got:’’Heta ku ev veşarîbûn bidawî nebe, lêpirsîn wê pêşnekeve û berpirs wê veşartî bimînin. Ev bêdengiya heye, dihêle ku dosye kilît bimîne.’’
ERCAN JAN AKTAŞ
Di 9’ê Çileya 2013’an Şoreşgerên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê hatin qetilkirin. Tevî ku 12 sal di ser komkujiyê re derbas bûn jî, hê komkujî nehatiye ronî kirin. Rojên derbasbûyî parlementerên komûnîst, ekolojîst û sosyalîst li Parlementoya Fransayê daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê lidarxistin û bal kişandin ser komkujiya Parîsê û gotin wan hersê jinên şoreşger ên Kurd jibîr nekirine û ew ê jibîr nekin. Parlementerê LFI Thomas Portes di axaftina xwe de got:’’Ji ber ku ev komkujî nehate ronî kirin, di 23’ê Kanûna 2023’an de li Parîsê komkujiyeke din li Kurdan hate kirin. Em li kêleka gelê Kurd in ku li çar aliyên cîhanê ji bo azadiyê têkoşînê dikin. Dewleta Fransayê jî ji parastina Kurdên ku li welatê xwe jiyan dikin, berpirsiyar e.’’ Portes ragihand ku ew ji bo rakirina biryara veşartîbûna komkujiya Parîsê pêşnûmeyekê amade dikin û got:’’Em vê yekê ji bo edalet û heqîqetê ya ji bo Sakîne, Fîdan û Leyla pêk tînin. Em deyndarê gelê Kurd in.’’
Divê veşartîbûn bê rakirin
Me li gel Parlementerê Fransa ya Serî Natewîne Thomas Portes re, derbarê pêşnûmeya ku bi armanca ronîkirina komkujiyê û helwesta Fransayê de pêşkêşî meclîsê kirine axivîn. Portes nerazîbûn nîşanê veşartîbûna evqas salî ya li ser komkujiyê û got:’’Rastiyên di vê komkujiya siyasî de, ji ber sirrê dewletê tê nixumandin. Heta ku ev veşartîbûn neyê rakirin, wê lêpirsîn pêş nekeve û berpirs wê veşartî bimînin. Bêdengiya saziyên dewletê zemînê ji kilîdbûna dosyeyê re ava dikin. Heta ku di pêvajoya darizandinê de pêşketin nebe, eleqeya demdirêj a medyayê jî zehmet dibe. Ji ber vê yekê di ev doz di rayagiştî de jî nayê dîtin.’’
Nedîtin û bêhelwestî
Portes îşaret bi wê yekê kir ku şideta ku civaka Kurd li Fransayê hem li qada navneteweyî hem jî ji aliyê medyayê ve jinedîtî tê dîtin û got:’’Ev rewşa nedîtinê, dihêle ku di rayagiştî de bêhelwestî çêbibe. Ev nedîtin dihêle ku kiryar bê ceza bimînin û têkoşîna edaletê lewaz dike.’’
Pêşnûme dan meclîsê
Portes da zanîn ku wan bi daxwaza rakirina biryara veşartîbûnê ya komkujiya Parîsê pêşnûmeyek daye meclîsê û got:’’Pêşnûme ji bo îmzeyê derveyî partiyên rastgir ji bo hemû parlementeran re hate vekirin. Temamê koma La France Insoumise (Fransaya Serî Natewîne) îmzeya xwe danîn bin metnê. Derveyî LFI jî parlementerên ku îmze kirin hene. Ji Partiya Komûnîst (GDR) Edouard Benard û Jean-Paul Lecoq, ji Ekolojîst û Keskên Ewrûpayê (EELV) Benjamin Lucas-Lundy û Damien Girard, ji Partiya Sosyalîst (PS) Stephane Hablot jî îmze dan. Armanca me ew e ku em vê pêşnûmeyê derxînin asta jor partiyan û piştgiriyeke xurt a siyasî ji bo gelê Kurd ava bikin.’’
Hevdîtin dewam dikin
Portes destnîşan kir ku ew ji bo îknakirina parlementerên nêzî Macron in yekser dixebitin û got:’’Ji bo metnek weke ‘jor partiyan’ bê qebûl kirin, divê herî kêm 58 îmze bên dayîn û divê ji van îmzeyan herî kêm 10 ji wan ji koma desthilatdar be. Em li gel kesên ku li hemberî têkoşîna Kurdan hestiyar in û demên berê jî piştgirî dane metnên bi heman rengî re pêwendiyê datînin. Li gel endamên Koma Xebatê ya Kurd ku ez serokatiyê jê re dikim re, ji bo piştgiriyê zêde bikin, di nava hewldaneke taybet de ne.’’
Werçerxeke dîrokî ye
Serokê Koma Xebatê ya Kurd Portes diyar kir ku banga Rêber APO û biryara fesihkirinê ya PKK’ê xaleke werçerxê ya dîrokî ye û got:’’Ji bo çareseriya siyasî ya meseleya Kurd, gaveke gelekî girîng e. Ev biryar tercîheke stratejîk a alîgirê aştî, demokrasiyê û edaletê ye. Parastina destketiyên demokratîk ên li Rojava armanc dike û pêşiya nasîna mafên bingehîn ên gelê Kurd ên li Tirkiyeyê vedike. Di hema demê de ji bo derbarê rewşa gelê Kurd a di medyayê de jî cudabûnekê diafirîne.’’
Divê Fransa bêdeng nemîne
Portes destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de divê Tirkiye gavan bavêje û got:’’Bi vê daxuyaniyê hincetên zextê ji holê rabûne. Erdogan êdî neçare pêvajoyeke aştiyê ya rasteqîn destpê bike. Di serî de Abdullah Ocalan, divê hemû girtiyên siyasî bên berdan. Divê destûrabingehîn a Tirkiyeyê ji bingeh de jinûve were sererastkirin.’’ Portes da zanîn ku Fransa jî weke Tirkiyeyê hevparekî NATO’yê ye û nikare di vê mijarê de bêdeng bimîne û got:’’Divê cidiyeta vê jesta siyasî ya girîng bibîne û bi rengekî aktîf piştgiriyê bide pêvajoyeke aştiyê ya mayînde. Ev jî tê wateya dîplomasiyeke wêrek.’’