Dora Maar; portreyekî winda yê Picasso

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Mijdar 2025 - 00:30

Di 4’ê Cotmeha 2025’an de, tabloya Pablo Picasso ya windabûyî Buste de femme au chapeau à fleurs” (Dora Maar), li Parîsê di mezadê de, ji aliyê Lucien Paris ve bi 32,01 milyon euro (nêzîkî 37,15 milyon dolar) hate firotin. Bihayê dawî hema hema çar qatê texmîna destpêkê ya 8 milyon euro (nêzîkî 9,45 milyon dolar) ya mala mezadê bû.

Dora Maar wênegir û şêwekareke Fransî-Xirwat bû. Qederê 9 salan ew û Picasso weke destgirtî bi hevre man. Picasso vî portreyê di sala 1943’an de qedandibû; di 1944’an de ji aliyê koleksiyonekerekî ve hate kirîn. Berî mezada meha borî, tablo zêdetirî 80 salan di koleksiyonên taybet de mabû ango ji gel veşartî bû. Hebûna tablo tenê ji wêneyekî reş û spî yê ku di kovara hunerê Cahiers d'art de ku piştî mezadê hate weşandin, dihat zanîn. Tê texmînkirin ku Brassai dawiya Nîsan û destpêka Gulana 1944’an de wêneyê tablo girtiye.

Mezadkar Christophe Lucien ji The Guardian re axivî û got: "Ev ne tenê di dîroka hunerê de, di jiyana taybet a Picasso de jî qonaxek e. Portreyekî jîndar, awarte û bi hestê Dora Maarê ye. Vejandina wê ji bo me wekî pisporan bûyerekî mezin a jiyanê bû."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.