TEV-ÇAND Parîsê ji bo bibîranînê bang kir

Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:30

TEV-ÇAND Parîsê ji bo merasîma bîranînê ya girseyî banga tevlîbûnê kir ku wê di 23'ê Kanûnê salvegera Komkujiya Parîsê ya duyemîn de li bajarokê Sarcelles ê Parîsê bê lidarxistin.

TEV-ÇAND Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kirin.

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiyên bîranînê û şermezarkirinê destpê kirin ku ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ên 23'yê Kanûna 2022'an hatin qetilkirin, her sal têne lidarxistin.

Çalakiyên îsal bi dirûşma "Heqîqet ji bo Edaletê" têne lidarxistin û amadekariyên wê destpê kirin. Destpêkê wê di 23'yê Kanûnê salvegera 3'yemîn a Komkujiya Parîsê ya 2'yemîn de li bajarokê Sarcelles ê Parîsê li Salona Venus Espaceyê merasîmeke bîranînê ya girseyî bê lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de endamên TEV-ÇAND Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li hev kom bûn û ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de ji bo hesabpirsîna hiqûqî ya ji hêzên komkujer û bîranîna kesên hatin qetilkirin, bang li gel û dostan hate kirin ku tevlî çalakiyên îsal bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.