- Bavê Teyar ku yek ji pêşengên şanoya Kurdî bû 18’ê mehê di êrîşên deweleta Tirk ên hovane de jiyana xwe ji dest da. Piştî wefata wî xelkê Kurd bertek nîşanî êrîşên li ser Rojava da û gelek hunermend û sazî jî bi niviskî daxuyanî dan û gotin ku em ê huner û berxwedana wî bilindtir bikin.
Bavê Teyar ango bi navê xwe yê din Cûma Xelîl ku zarokatiya nifşekî pê bihurî di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Bavê Teyar bi skêc û lîstikên xwe yên Kurdî li mala her Kurdekî bû û xelkê Kurd ji kenan zikopişto dikir. Ew tenê ne hunermendek û şanogerek bû her wiha şoreşgerek bû jî û ji welatê xwe gelekî hez dikir. Ji destpêka şoreşa Rojava heta îro li Rojava tevî şervanan li ber xwe da û qet ji Rojava derneket. Di vî warî de jî xwedî helwêsteke şoreşgerî bû û tenê xelkê xwe nedikenand wekî din xelkê xwe ji êrîşên dijminên hov diparast.
Herî dawî di êrîşên dewleta Tirk ên hovane de Bavê Teyar daket meydanê û got ku em ji tank û topên dewleta Tirk natirsin. Bavê Teyar pêşî birîndar bû û paşê jî birîna wî jê re giran hat ango nema karîbû li ber xwe bide û çû ser dilovaniya xwe. Bavê Teyar jiyana xwe ji dest da lê ken û laqirdiyên wî ew ê tim bimînin di bîra xelkê Kurd da û ew ê Kurd wî jibîr nekin tu carî.
Piştî wefata Bavê Teyar di Kurdên çar parçeyên Kurdistanê bi yek dengî xwedî li wî derketin. Sazî, komele û hunermendên Kurd daxuyanî dan û gotin ku em ê hunera Bavê Teyar li çar parçeyên Kurdistanê vejînin.
Bi hemû kîna xwe Kurdan qetil dikin!
Her wiha TEV-ÇAND jî daxuyaniyeke niviskî weşand û êrîşa li ser Rojava şermezar kir. Daxuyanî bi vî rengî ye: “Ji destpêka krîza Sûriyê û heya îro planên cîhanê çawa li ser guhertina rejîma Baas û Esed bûn, planên dewleta Tirk a dagirker jî li ser rêlibergirtina wê yekê bû ku Kurd li Rojava û Sûriyê nebin xwedî statuyek û bi vê re her ku çû axa Rojava û Sûriyê dagir kir. Hilweşîna rejîma Esad ti car nebû armanca dewleta Tirk a dagirker. Her dem di nav hewldana hilweşandina destkeftiyên Kurdan de ye. Rojane û bê navber saziyên xizmetê, depoyên qût û avê yên gel bombebaran kir. Bêyî ferqê têxe navbera mezin û biçûkan, şervan û sivîlan bi hemû kîna xwe Kurd qetil kirin. Çiqas diz, çete hebûn di bin baskên xwe de xwedî kir, bi çek kir û bera ser serê Kurdan da. Di van sê rojên dawî de vekirî li ber çavên cîhanê û bi zanebûn kerwanên sivîlan ku hatibûn nobeda Bendava Tişrînê bi dehan caran bombebaran kir û bi dehan sivîl şehîdxistin û yek ji wan jî hunermend Cuma Xelîl bû.”
‘Em ê rê nedin dagirkeran’
Hevalê me Cûma ku weke Bavê Teyar di nava gel de dihate naskirin û ev 40 sal in di nava têkoşîna azadiyê de bê rawestan xebitiye û her demê ji gel re bû kaniya moralê. Bi kesayetiya xwe ya wêrek û welatparêz di her şert û mercan de weke milîtanekî di nava Tevgera Azadiyê de cih girtiye. Bi lîstik û hunera xwe ya taybet cihê xwe di dilê biçûk û mezinan de hunandî ye. Em li vir careke din wek Tevgera Çand û Hunera Demokratik soza xwe bi şehîdên xwe re ji Şehid Sefkan û Şehîd Mizgîn heya bi hevalê Cûma re nû dikin ku em ê rê nedin dagirkeran ku welatê me, çanda me, axa me talan bikin.”
Li hêla din Komaleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Şanoya Bajêr a Amedê têkildarî qetilkirina Bavê Teyar daxuyanî dan û gotin: “Em van êrîşên dijmirovî bi tundî şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê dengê Cûma Xelîl ku dengê huner, berxwedan û azadiyê bû bilindtir bikin.”
Li dijî zilimkaran disekinî
Daxuyanî wiha ye: “Hunermend Cûma Xelîl Îbrahîm ê ku bi navê Bavê Teyar dihat nasîn di bombebarana li ser gelê sivîl ê li Tişrînê de jiyana xwe ji dest da. Li Kurdistanê bi şanoya xwe, bi skecên xwe bibû mêvanê her malekê û di dilê gel de cih girtibû. Cûma Xelîlê ku bi kenê xwe, bi gotinên xwe, bi sekna xwe û bi hunera xwe bû dengê gel, ne tenê li ser sehneyan li her qada jiyanê jî li pêş bû. Ew hunermendekî ku tim bi hunera xwe, bi kenê xwe, bi sekna xwe li dijî zilmkar û zordaran disekinî bû.
‘Hûn ala welat û hunera azad in’
Rola xwe ya hunermendiyê ya pêşengtiyê careke din bi lehengî bi cih anî û ji me xatir xwest. Em van êrîşên dijmirovî bi tundî şermezar dikin û em ê li dijî vê yekê dengê Cûma Xelîl ku dengê huner, berxwedan û azadiyê bû bilindtir bikin. Ne êrîşên hovane ne jî hemû zextên dijmirovî dê nikaribe dengê gel, dengê azadiyê û dengê hunermendan bibire. Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin. Em bejna xwe li ber hunermendê gel Cûma Xelîl ditewînin û em ê xwedî li mîrateya wî ku temenekî bi hunerê, tekoşînê û berxwedanê tije bû derkevin. Hûn ala welat û hunera azad in…”
NAVENDA NÛÇEYAN