Me ji bîr nekir em ê nedin jibîrkirin!
Çarşem 17 Kanûn 2025 - 03:15

Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) û Civaka Demokratîk a Kurd a li Fransayê (CDK-F) têkildarî komkujiyên Parîsê daxuyanî dan. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Em Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê bi nemerdane hatin qetilkirin û Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ên ku 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê hatin qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Van komkujiyan tenê 6 şoreşger hedef negirt, di heman demê de li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, berxwedana jinan, aştiya gelan û îradeya jiyana hevbeş bû. Komkujiya Parîsê ya sala 2013’an li dijî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez weke cînayeteke siyasî ya li navenda Ewropayê pêk hat, derbasî dîrokê bû; tevî ku gelek sal jî derbas bûn berpirsyarên rast hîna nehatine eşkerekirin û bi zanebûn edalet hate astengkirin. Bi heman rengî 23’yê Kanûna 2022’yan li Parîsê Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizl hatin qetilkirin, ev komkujî jî nîşan dide ku politikaya bêcezahiştinê didome. Bêcezahiştin zemînê komkujiyên nû ye. Bêdengî hevkariya sûc e. Em vê bêdengiyê qebûl nakin. Sakîne Cansiz pêşenga têkoşîna azadiyê ya jinê bû. Fîdan Dogan kedkareke aştiyê ya pira navbera gelan bû. Leyla Şaylemez serhildan û hêviya ciwanan dihilgirt. Evîn Goyî berxwedana Şengal û Rojava bû. Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil jî li sirgûnê dest ji parastina rûmeta gelê xwe, nasname û têkoşîna xwe bernedan. Têkoşîna wan nîvço nema; îro li ser milên me ye. Ev bîranîn ne tenê şînek e, di heman demê de banga ji bo hesabpirsînê û mezinkirina têkoşînê ye. Ji bo ronîkirina rastiyê, ji bo pêkhatina edaletê û ji bo pêşîgirtina li komkujiyên bi heman rengî em neçar in xwedî li bîra xwe derkevin. Jibîrkirin dewama înkarê ye, bibîranîn berxwedan e.
Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe; jinan, ciwanan, rêxistinên girseyî yên demokratîk, avaniyên siyasî, rewşenbîr û raya giştî ya berpirsyar dikin ku beşdarÎ çalakî, panel, daxuyaniyên çapemeniyê û meşên ji bo bîranînê bibin."
Bernameya bibîranînê
Bernameya bîranîn û meşên têkildarî 23'ê Kanûnê û 9'ê Çileyê bi vî rengî ye:"23'ê Kanûnê saet di 11:00 de wê li Komeleya Çanda Kurd a Ahmet Kaya bernameya bîranînê bê lidarxistin.
Wê serdana gora şoreşger Nazîf Aktaş bê kirin ku 23'ê Kanûna 1985'an hate qetilkirin û bernameyeke kurt a bîranînê bê lidarxistin. 23'ê Kanûnê saet di 19:00 de wê ji bo jinên şoreşger ên hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Evîn Goyî, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil bernameyeke mezin a bîranînê bê lidarxistin. Navnîşana ji bo bîranîna mezin: Salon Espace Venise 30 RTE De GROSLAY 95200 Sarcelles
Bernameya meha Çileyê
9'ê Çileyê wê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê saet di 12:00 de bîranîn bê lidarxistin.
10'ê Çileyê saet di 10:00 de Meşa Navendî: Gare de Nord
NAVENDA NÛÇEYAN















