- Ulaş Kelaşîn: Wî ji min re got, ‘Tu hez bikî, em bi hev re bibêjin’. Berhem ji du ferdayan pêk dihat. Mîr got, ka ez ferdayeke din lê zêde bikim, bila Hozan Comert wê bibêje. Min jî got, ‘Em wiha bibêjin, bila Hozan Comert helbestê bixwîne”. Me wisa jî kir.
ERDOGAN ZAMUR / PARÎS
Ulaş Kelaşîn behsa serpêhatiya çêkirina strana “Navê min doz e” kir. Ulaş Kelaşîn ev stran tevî şehîdê komkujiya Parîsê ya duyem, Mîr Perwer digot. Ulaş Kelaşîn got:“Ev stran xewna Mîr Perwer bû. Gava ku salvegera şehîdbûna wî nêzîk bû, min xwest ji bo wî tiştekî parve bikim. Min dengê Mîr Perwer bi vê awazê gihand wan kesên ku hez jê dikin.”
Di êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê de 23´yê Kanûna 2022´yan endama Konseya Rêveber a KCK´ê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Di ser komkujiyê re salek bihurî.
Di salvegera komkujiyê de Kurd û dostên wan li meydanan bûn da ku hesab ji kujeran bipirsin û komkujiyê rûreş bikin. Di dema çalakiyê de sereqet strana “Navê min doz e” hat gotin. Mîr Perwer gotinên stranê nivîsandibûn. Di meşê de bi dengê Mîr Perwer, Ulaş Kelaşîn û Ozan Comert stran hat gotin.
Em bi Ulaş Kelaşîn re li ser çîroka çêkirina vê stranê peyivîn. Kelaşîn got, kesayeta Mîr Perwer, yeke xweş bicihbûyî bûye û wiha peyivîn: “Tevî ciwaniya wî, nabe ku mirov keda wî û fedakariya wî ji bîr bike.”
Hestên me yek bûn
Ulaş Kelaşîn got, wî Mîr Perwer li Parîsê nas kiriye, û çawa Mîr Perwer sirgûn bûye, li Parîsê di nava xebatên TEV-ÇAND´ê de cihê xwe girtiye. Ulaş Kelaşîn wiha behsa hingê kir: “Bi Mîr Perwer re piştî ku ew tevlî nava xebatên li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bû, em bûn hevalên jidil. Ew ji Mûşê bû, ez jî Çewlîgî me. Hestên me yek bûn. Dostanî, biratî û hevrêtiya me bi lez çêbû û bi pêş ket. Vê têkiliyê xwe di xebatên li derveyî yên çand û hunerî jî da der.”
Wêjekariya wî xurt bû
Ji bo Mîr Perwer ew dibêje, “Ji ber xebatên xwe yên li welêt qedexe li ser hebû, ketibû hepsê, di nava hevalên me yên têkoşînê de mabû. Wêjekariya wî xurt bû, kesayeta wî xweş bi cih bûbû. Têr ji ava vê tevgerê vexwaribû. Nirxandinên wî tesîr li min dikirin. Wî xwezayîbûn û dilpakiya xwe ya li welêt bi xwe re anîbû.”
Ez dibêjim qey hîs kiribû
Ulaş Kelaşîn dibêje, Mîr Perwer hem jêhatî û hem jî behremend bûye: “Di warê nivîsandina gotinên stranan de pirr xurt bû. Bi sedan berhemên wî hebûn yên ku hatine tomarkirin û nehatine tomarkirin. Berhemên wî mişt in, şêweyê wan welê ye, mirov li ber xwe dibin. Gava îro berê xwe didim stranên wî, ez dibêjim qey, wî ew stran li ser xwe nivîsandine. Ez dibêjim qey, çûna xwe ji beriya wê hîs kiribû. Di berhemeke xwe dibêje, 'Negirî, nelorîne, mirin ji bo me mizgîn e, dayika min î, kurê te me. Bila xiyanet bimre.' Mirov dibêje qey dizanî, dayika wî jî wê li pey wî bimire.”
Navê Min Doz e
Du mehan beriya şehîdbûna xwe, Mîr Perwer tevî Ulaş Kelaşîn li ser stranekê kar dike. Ew stran jî di dema protestokirina komkujiyên Parîsê de timî hat gotin: “Navê min doz e”.
Ulaş Kelaşîn gava behsa çîroka çêkirina stranê dike, kelogirî dibe û dibêje, “Gava min gotinên vê awazê xwendin, min ew gelekî ecibandin. Wî ji min re got, ‘Tu hez bikî, em bi hev re bibêjin’. Berhem ji du ferdayan pêk dihat. Mîr got, ka ez ferdayeke din lê zêde bikim, bila Hozan Comert wê bibêje. Min jî got, ‘Em wiha bibêjin, bila Hozan Comert helbestê bixwîne”. Me wisa jî kir.
Hîna me stran sererast dikir, Mîr şehîd bû. Min qederê salekê nekarî destê xwe bidimê. Gava ku salvegera şehîdbûna wî nêzîk bû, min xwest tiştekî bikim. Min ev awaz amade kir, klîpa wê hazir kir û radestî TEV-ÇAND’ê kir. Ev berhem xewna Mîr Perwer bû. Bi vî awayî esas di warê wicdanî de barekî giran rabû. Niha stran tê weşandin, min xewna wî bire serî. Min ev stran gihand wan kesan ku hez ji dengê Mîr dikin.”
Nabe ku ked û fedakariya wî bê jibîrkirin
Ulaş Kelaşîn di dawiyê de got, Mîr Perwer dengekî xurt bûye, û lazim e mirov ji nifşên bê re behsa wî bike: “Tevî ciwaniya wî, nabe ku mirov keda wî û fedakariya wî ji bîr bike. Pirr zû me ew ji dest da, lazim e hesabê vê komkujiyê ilehî bê pirsîn. Heger kujerên komkujiya li dijî sê jinên şoreşger ên Kurd ên beriya bi 11 salan li Parîsê hatin şehîdkirin, bihatana dadgehkirin, îro Mîr, Evîn Goyî û Xalê Abdurrahman wê sax bûna.”
Ulaş Kelaşîn sala 1981’ê li Kanîreşa Çewlîgê hatiye dinê û piştî strana Şehîd Çiya “Oy Kurdistan”ê berê wî da muzîka Kurdî. Kelaşîn, sala 2013´an bi etîketa Mîr Muzîkê, bi navê “Xem”ê albumek derxist. Ew îro jî di nava TEV-ÇAND´ê de li Parîsê xebatên xwe dewam dike.