Mîr Perwer jibîr nekirin

Sêşem 5 Îlon 2023 - 16:37

Gora hunermend Mîr Perwer ku li Parîsê di êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê hevalên wî yên hunermend ve hate çêkirin. 

Gorên hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) ku di 23’yê Kanûnê de di êrîşa çekdarî ya li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li paytexta Fransa Parîsê de li gel Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) û Abdûrrahman Kizil hatibûn qetilkirin û dayika wî Fîlîz Aydin ji aliyê hevalên Perwer ên hunermend ve li bajarokê Ewran ê Mûşê hatin çêkirin.

Hunermendên endamên TEV-ÇAND’ê ku li Fransayê dimînin têkildarî vê yekê daxuyaniyek dan û gotin: “Di ser komkujiyê re 9 meh derbas bûn. Me got, divê tiştek bê kirin. Me nihêrîna xwe ya ji bo çêkirina gorekê ji bo Mîr û dayika wî Fîlîz bi hevalên xwe yên hunermend ên li Fransayê re parve kir. Me biryar da ku gorekê ku malbat jî erê dike bidin çêkirin.”

MÛŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.