Li paytexta Fransayê Parîsê, endamê SADAT’ê Osman Gorer êriş biribû ser avahiya komeleya ku 23’yê Kanûna 2022’yan di komkujiyekê de 3 Kurd lê hatibûn şehîdkirin. Polêsê Fransî Gorer kire nezaretê.
Osman Gorer, 3’yê Adara îsal danê sibehê li dijî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ev êriş kiribû. Wî wêneyên şehîdên Komkujiya Parîsê ya Duyem Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil avêtibûn erdê û gef xwaribûn. Gorer gava ku polês dîtin, xwe li dînîtiyê danîbû. Gorer piştre şandibûn klînîkekê da ku were tesbîtkirin ka dîn e yan na.
Hat zanîn ku beriya 3 rojan encamên klînîk eşkere bûne û polêsên Fransî Osman Gorer kiriye nezaretê. Osman Gorer, di bernameyeke rojnamevan Adem Karaçoban de gotibû ew endamê SADAT’ê ye û li xwe mikur hatibû ku li nava SADAT´ê hatiye perewerdekirin.
PARÎS