Li ser şopa Hozan Serhat bû

Şemî 23 Kanûn 2023 - 02:50

HAKAN YALÇIN / MA / MÛŞ 

Li paytexta Fransayê Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya êrişeke çekdarî hat kirin û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil hatin qetilkirin. Piştî vê “Komkujiya Dûyemîn a Parisê”, kujer William M. hat girtin lê belê piştperdeya bûyerê nehat ronîkirin. 

Dadgeriya Tirk li hunermend Mîr Perwer, di sala 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 20 sal ceza birîn û Dadgeha Bilind di sala 2019’an de ev ceza erê kir. Piştî biryarê, Perwer ji neçarî sirgûn bû. Perwer li Ewrûpayê bi deng û sekna xwe ve berçav bû û di nava xebatên çandê de cih girt. Perwer bi êrişeke çekdarî li Parîsê hate qetilkirin û canazeyê Perwer piştî komkujiyê birin Mûşê. Polêsan êrişî merasîma cenaze kir û gelek kes kirin nezaretê. Tevî vê yekê jî merasîma cenazayê Perwer bi tevlibûneke girseyî çêbû. 

Hevalê Perwer, Înan Demir ê di merasîma cenazeyê Perwer de bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” 3 mehan girtî maye, derbarê hevalê xwe yê hunermend Mîr Perwer de axivî. 

Kesayeteke wî ya şoreşger hebû 

Demir destnîşan kir ku ji nasnameya Perwer a hunermend bêhtir, kesayetiya wî ya şoreşger li pêş bû. Demir, diyar kir ku Mîr Perwer li ser şopa Hozan Serhed diçû: “Ji Mîr Perwer re tenê gotina hunermend dê şaş be, hevrêyekî qenc û mirovekî têkoşer bû. Kengî tev li bernameyekê bibûya, derbarê têkoşîna Kurdan û pêdiviya jiyana azad de diaxivî, piştre stran digotin. Bi tembûra xwe re tev li çalakiyên li dijî qirkirina çand û asîmîlasyonê dibû." 

Hozan Serhat pêşengê wî bû

Demir, anî ziman ku Perwer evîndarê Hozan Serhed bû û got; “Kengî radihişt tembûrê, pêşî gotineke Hozan Serhad dianî ziman û piştre li tembûrê dixist. Kesayetiya Hozan Serhat a şoreşger gelek tesîr lê kiribû. Serê xwe pirr bi mijara ‘Em ê hunerê Kurdan çawa bi pêş bixin’ diêşand. Bêhtir li ser komkujiyên li dijî Kurdan stran gotin. Îro ji ber sekna xwe ya welatparêz xelk jê hez dike.”

Înan Demir got, Mîr Perwer neçar ma biçe Ewrûpayê û wiha dewam kir: “Em kengî bi rêya telofonê biaxaftina, daxwaza xwe ya hatina welat dianî ziman. Digot, ‘sebra min li van deran nayê.’ Tim digot ku Ewrûpa ne cihekî li gorî Kurdan e û Kurd nikarin li Ewrûpayê bimînin. Tim bêriya welat dikir. Nexwest biçe Ewrûpayê. Lê belê 20 sal cezayê hepsê lê hate birrîn û neçar ma ku biçe.”

Bila kes me nexapîne!

Li ser komkujiya Parîsê jî Înan Demir got, “Bûyer qetlîameke faîlê wê diyar e. Faîlên vê bûyerê ew kes in yên ku Şêx Seîd bi dar ve kirine, yên Qetlîama Roboskê kirine, yên ku Dêrsim bombebaran kirine, yên di salên 90’î de Mûş şewitandine. Bila kes ji me re çîrokan nebêje. Nikarin bi gotina 'hişê faîl ne li serê wî ye' xwe ji van qetlîman xelas bikin. Em jî, gelê Kurd jî îro dizanin bê ka kujer kî ne. Em vê rewşê qebûl nakin.”

Înan Demir, da zanîn ku ew ê di 23’yê Kanûnê (îro) de li Goristana Yeşîlovayê Mîr Perwer bi bîr bînin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.