Li Parîsê em doza edaletê bikin

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 4 Çile 2024 - 01:41

  • Hevseroka KCDK-E´yê Zubeyde Zumrut got, Fransa bi biryara “veşartîbûnê” hem MÎT´a Tirk û hem jî qatilê bi rastî diparêze û ev bang li xelkê kir: Dewleta Tirk berpirsiyarê esas ê vê komkujiyê ye. Dewleta Fransayê û dadgeriya wê bi hinceta “raza dewletê” ser rastiya vê bûyerê digire.

ERDOGAN ZAMUR

Kurd û dostên wan ji bo ronîkirina komkujiyên Parîsê, ji bo hesabpirsîna ji dewleta Tirk a ku ev komkujî kirine, li paytexta Fransayê Parîsê 6´ê Çile kom dibin. KCDK-E, KON-MED, CDK-S ve YJK-S wê Kurdan û dostên wan bi slogana “ji 2013’an heta 2024’an, Parîs di tarîyê de ye, ka edalet?” bibe Parîsê ji bo meşa protestokirina komkujiyan.

9´ê Çileyê 2013´an û 23´yê Kanûna 2022´yan, dewleta Tirk bi destê qatilên xwe li paytexta Fransayê Parîsê du komkujî li dijî Kurdan kirin. Kurd û dostên wan şemiya li pêşiya me, 6´ê Çile wê bi daxwaza ronîkirina komkujiyan û hesabpirsîna ji qatilan, tevlî çalakiyeke protestoyî ya li Parîsê bibin. Ji seranserê Ewrûpayê Kurd û dostên wan wê tevlî meşê bibin. 

Kurd û dostên wan wê şemiyê, yanî 6´ê Çileyê 2024´an saet 11:00´an li ber avahiya Buroya Agahdarkirinê ya Kurdistanê, hema li ber Gare du Nordê bicivin. Meş û mîtînga protestoyî bi slogana “Ji sala 2013’an heta 2024’an Parîs di tariyê de ye, ka edalet li ku ye?” bi rê ve biçe. Ji bilî Parîs û derdora wê, Kurd û dostên wan wê ji Elmanya, Holanda, Belçîka, Ingilîstan û Swîsreyê tevlî çalakiyê bibin. Ji bo vê jî amadekarî li van welatan dewam dikin. Saziyên Kurdan wê xelkê her wiha bi otobusan jî bibin Parîsê.

 

Kurdan qatil girt

Hevseroka KCDK-E´yê Zubeyde Zumrut got, bi bîr xist ku Kurd û dostên wan ji sala 2013’an ve li edaletê digerin û wiha peyivî: “Li Parîsê beriya bi 11 salan ji pêşengên Tevgefra Jinên Kurd, ji damezrênerên tevgera Azadiya Kurdistanê Sakine Cansiz, tevî hevalên me Rojbîn û Ronahî li Parîsê hatin qetilkirin. Di deh saliya vê êrişê de hevalên me Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil xwe amade dikirin komkujiyê şermezar bikin, ew jî hatin qetilkirin. Tetikkêşên her du komkujiyan jî bi destê Kurdan hatin girtin, û Kurdan ew teslîmî dadgeriya Fransayê kirin; lê tevî vê jî komkujî nehatin ronîkirin. Hêza li pişta van tetikkêşan nehat eşkerekirin.” 

 

Berpirsiyaran derxe holê

Zumrut bal bire ser îhtîmala hevkariya dewleta Fransa û dewleta Tirk û got, “Lê ji bo me Kurdan eşkere bûye ka kê ev komkujî kiriye û armanca wan çi bûye. Berpirsiyarê esas ê van komkujiyan dewleta Tirk e. Dewleta Fransayê û dadgeriya wê radibin, bi hinceta ´raza dewletê´ ser bûyerê digirin, ev yek rola wê di komkujiyê de derdixe holê. Heger Fransa ne şirîkê vê komkujiyê ye, bila dadweriyê bixebitîne û berpirsiyaran derxe holê.” 

 

Em biçin tariya Parîsê ronî bikin

Hevseroka KCDK.E´yê Zubeyde Zumrut got, Kurdan peyam daye “heta ev tarî rabe, têkoşîna me wê dewam bike û ev bang kir: “Ez ji virbang li miletê me dikim. Parîs di tariyê de ye, werin em bi hev re biçin Parîsê ronî bikin. Sazî û meclîsên me divê bi ruhê seferberiyê berê xwe bidin Parîsê. Li her devera rêxistina me lê heye, otobus hatine girtin. Em ê xelkê xwe bibin Parîsê. Bila dost jî dijmin jî xweş bi vê zanibin: Heta ku tariya li ser van komkujiyan neyê ronîkirin, em ê her li meydanan bin. Em ê hesabê van komkujiyan bipirsin.”

 

Seferberiya ji bo çalakiyê

Rêxistina sîwan a saziyên Kurdan ên li Elmanyayê, KON-MED´ê jî daxuyaniyek da û got, “Em ê weke civaka demokratîk a Kurd a li Elmanyayê, bang li gelê xwe dikin, da ku 6´ê Çile, roja şemiyê tevlî meşa mezin a protestoyî bibin. em careke din dibêjin, weke konfederasyona li Elmanyayê, tevî meclîsên xwe hemûyan, rêveberiyên xwe yên federasyonan û tevahiya pêkhateyên xwe, heta ronîkirina komkujiyên Parîsê, em têkoşîna xwe dewam bikin.”

Li Swîsreyê jî CDK-S û YJK-S´yê otobus amade kirine da ku xelkê 6´ê Çile bibin Parîsê; wan daxuyaniyeke hevpar jî da û got, “Di van rojan de keç û kurên, miletê Kurd li hemberî komkujeran bi lehengî li ber xwe didin; em jî divê nîşan bidin ku me hevrêyên xwe ji bîr nekirine û em ê ji komkujeran hesab bipirsin." 

 

Xwedî wicdan li Parîsê bin

Xwarzêyê endama Konseya Rêveber a KCK´ê Evîn Goyî (Emine Kara) ya di komkujiya duyem a Parîsê de şehîd bû, Îbrahîm Bîlen jî ji rojnameya me re peyivî û got, “Ev salek di ser vê êrişa nemerdane re bihurî. Ti tişt nehat ronîkirin. Bila her kes baş pê zanibe, em ê dev ji vê dozê bernedin. Beriya bi 11 salan li Parîsê 3 jinên Kurd ên şoreşger hatin qetilkirin. Heger me karîbaya hesabê wê bipirsin, ev komkujioya duyem wê çênebûya. Ne dewleta Tirk a ku me qetil dike û ne jî dewleta Fransayê ya ku ser komkujiyan digire, bila wisa nehizirin ku em ê serê bitewînin. Em ê heta dawiyê jî li ber xwe bidin. Em li meydanan hesabê van komkujiyan bipirsin. Lazim e em bi ruhê seferberiyê tevlî meş û mîtînga li Parîsê bibin. Ez bang li her kesî dikim, her kesê xwedî wicdan da ku li dijî van komkujiyan li Parîsê be.”

 

Ji 58 deveran otobus radibin

Ji bo çalakiya li Parîsê wê ji 58 deverên Elmanyayê otibus rabin: Bocholt, Offenburger, Luhr, Emmendingen, Freiburg, Bielefeld, Gelsenkirchen, Essen, Velbert, Emmerich, Kleve, Goch, Wesel, Dinslaken, Marxloh, Duisburg, Oberhausen, Mülheim a.d. Ruhr, Moers, Dortmund, Meschede, Neheim, Hagen, Hamburg, Bremen, Tübingen, Maichingen, Bad Cannstatt, Heilbronn, Esslingen, Ludwigsburg, Hanau, Mainz, Gießen, Dieburg, Darmstadt, Heppenheim, Bensheim, Mannheim, Saabrücken, Ilingen, Neunkirchen, Saarbrücken, Merzig, Beckingen, Völlingen, Saarbrücken, Frankfurt, Osnabrück, Münster, Gifhorn Braunschweig, Hildesheim, Hannover, Düsseldorf, Wuppertal, Krefeld, Mönchengladbach ve Köln.
Wekî din ji Swîsreyê jî ji Cenevre, Lozan, Biel, Bern, Zug, Luzern, Solothurn, Aarau, Basel, Zurich, St.Gallen, Winterthur û Rapperswilê otobus wê biçin Parîsê. Kurdên li Ingilîstanê  jî hem bi otobus û hem jî bi maşînên taybet wê biçin Parîsê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.