Evînê di dilê me de bijî
Duşem 23 Kanûn 2024 - 03:15
- Di ser komkujiya li Parîsê ku Evîn Goyî (Emîne Kara) jî jiyana xwe ji dest dabû re du sal derbas bûn. Birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara ji bo Evînê wiha got “Têkoşîna Evînê bû sedem ku bi milyonan mirov rabûn li ser piyan û rêhevaltiya Evînê kirin. Evînê her tim di dilê me de bijî û armanca me dê hertim bilindkirina xeyalên wan be."
Di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê yek ji damezrînerên PKK'ê û ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Parîsê ya KNKê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin kuştin.
9 sal şûnde li heman bajarî li heman cihî cara duyemîn komkujî kirin. Ji pêşengên jinên Kurd Emîne Kara (Evîn Goyî) ku 32 salên xwe da şoreşa jinên Kurd, hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil vê carê bûn hedef û hatin kuştin.
Pêşenga têkoşîna azadiyê Evîn Goyî di sala 1977'an de li gundê Hîlalê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik dibe. Evîn Goyî di sala 1988'an de tevlî PKKê dibe û di salên 1993-1994'an de ji ber zext û êrîşên dijwar malbata wê neçar ma û koçî Başûrê Kurdistanê kir. Evîn Goyî li gelek herêman şer kir. Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Rojava de diçe Rojava û şer kir. Evîn Goyî di têkbirina DAIŞ'ê de roleke girîng lîst û du re ji ber rewşa xwe ye tendûrîstiyê çû li Ewrûpa. Pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî bi helwesta xwe ya ji Qilabanê heta çiya, Rojava û Ewropayê Ji bo jinên Kurd û tevahiya Rojhilata Navîn bû nimûneya pêşengtiyê. Komploya duyemîn di 23'ê Kanûna 2022'an de piştî 10 salan li Parîsê pêk hat pêşengên Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan kuştin û du re Evîn Goyî bû hedef. Di salvegara kuştina pêşanga Kurd Evîn Goyî ya 2'yemîn de birayê wê Îsmaîl Kara axivî.
Evînê hertim rûken bû
Evîn Goyî 2 salan dibistana navîn xwend û dû re di 13-14 saliya xwe de tevlî refên PKKê bû. Birayê Evîn Goyî Îsmaîl Kara diyar kir ku Evîn Goyî di zaroktiya xwe de pir zîrek û di dibistanê de jî serkeftî bû û wiha got: ” Hem meraqa wê, hem jî her tim îdîa wê ya serkeftinê hebû. Evîn, di jiyana xwe de jî dema ku qelsiyeke wê derdiket holê her tim bi ser wê qelsiya xwe de diçû û çareser dikir. Kesayeta Evînê kesayeteke pir dilnizim û xwedî pîvan bû. Çanda hezkirini pê re hebû. Hertim li dora wê mirov hebûn. Hevalên wê dixwestin bi wê re bijîn. Evîn hem pir dixwand û hem jî têkiliyên wê bi mirov û malbatê re pir xurt bû. Kesên ku Evîn nas dikirin girêdaneke wan bi Evînê re çêdibû. Evîn hem bi hevalên xwe re hem jî bi malbatê re ew hezkirinek ava dikir. Hevalên Evînê niha jî hertim behsa zîrektî û dilnizmiya wê dikin. Min heya niha neditiye ku Evînê kesek şikandiye an jî wan Evîn şikandiye. Ji ber tarza wê tu mirov ji Evînê aciz nedibû. Evîn hertim bi moral, çoş û rûken bû. Dan û standinên wê pir xurt û dilnizim bû.”
Evînê her tim di dilê me de bijî
Îsmaîl Kara diyar kir ku Evînê demeke dirêj li Rojava xebatên çandê kir û dû re ji ber pirsgirêkên tendûrîstiyê derbasî Parîsê bû û wiha bi dawî kir: “Ew dewletên dibêjin em mafên mirovan û hiqûqê diparêzin bi alîkariya hevdû û bi destên MÎT'ê bûn sedema şahdeta Evîn, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil. Ew qetlîam bi tesadufî çênebûn. Bi destên dewlet û MÎT'ê pêk hatin. Cihê ku Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin dîsa bi destên wan hêzan ve 3 hevalên me hatin kuştin. Dema ku kesên li hember zilm û zordariyê tekoşînekê dimeşînin li paytexta welatekî bên qetilkirin, ev ji bo wan dewletan rûrêşiyek e. Têkoşîna Evînê bû sedem ku bi milyonan mirov rabûn li ser piyan û rêhevaltiya Evînê kirin. Evînê her tim di dilê me de bijî û armanca me dê hertim bilindkirina xeyalên wan be û em tu carî gavan paşve neavêjin.”
AJANSA WELAT / WAN