Meşa azadiyê dîrokî ye

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:25

  • Aktivîsta TJA'yê Emîne Caynak da zanîn meşa ji aliyê TJA'yê hatiye destpêkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û statuya Gelê Kurd û got ev meşeke dîrokî ye.

ROZA METÎNA / AMED 

Aktivîsta TJA'yê Emîne Caynak da zanîn meşa ji aliyê TJA'yê hatiye destpêkirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û statuya Gelê Kurd û got ev meşeke dîrokî ye.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve" di 1'ê Cotmehê de meş da destpêkirin. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî meşê nêrînên xwe anî ziman.

Ji bo meşê xebat hatin kirin

Emîne Caynak bi lêv kir ku wan ji bo meş baş derbas bibe gelek xebat dane meşandin û wiha got:"Me wekî TJA'yê di 25'ê Îlonê de li Amedê deklarasyonek parve kir. Me ragihand em ê bi dirûşma 'Bi hêvî ber bi meşa azadiyê ve' di 1'ê Cotmehê de li Amedê dest bi meşa ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Me ji bo meşê jî xebat dan meşandin. Gelek jin bi vê munasebetê ber bi Enqereyê ve meşiyan. Heta 6'ê mehê ev meş wê dewam bike. Qonax bi qonax bajar bi bajar ev meş dewam dike. "

Divê bi Ocalan re hevdîtinê bike

Emîne Caynak li ser armanca meşa azadiyê jî wiha axivî:"Yek ji armanca vê meşê ew e ku Komîsyona Piştvevaniya Neteweyî Xwişk-Biratî û Demokrastiyê bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bike. Her wiha divê ji bo meseleya kurd bê çareserkirin gav bên avêtin. Dîsa yek ji armanca vê meşê daxwaza ji bo statuya zimanê Kurdî ye. Divê zimanê Kurdî bi zagonan bê mîsogerkirin. Têkoşîna me jî ji bo vê yekê bi meşê re dewam dike."

Meşa azadiyê dîrokî ye

Emîne Caynak da zanîn rista jinan a di vê pêvajoyê de girîng e û wiha pê de çû:"Em bi meşa azadiyê dixwazin dengê jinan bilind bibe û bigihêje her derê. Bi vî rengî dengê jinan jî bilind dibe. Ji bo cîhan bibihîse têkoşîna jina kurd di çareseriya meseleya kurd de û di çareseriya pirsgirêkan de çiqas girîng e jinan biryara meşeke wiha dan. Jinên Kurd her wiha di aştiyeke bi rûmet de jî bi israr in. Ev jî yek ji peyama vê meşê ye. Meşa azadiyê dîrokî ye. Wekî her dîrokî di vê dîrokê de jî jin wê rista xwe bilîzin."

Rola xwe bilîzin

Emîne Caynak da zanîn divê her kes bikaribe bi awayekî azad bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin û wiha dewam kir:"Niha em di pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' de ne. Em dixwazin di vê pêvajoyê de her alî bikaribin bi awayekî azad bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bike. Bila her kes bikaribe bi azadî pirsên xwe bipirsin û Rêberê Gelê Kurd jî bi azadî bikaribe perspektîfa ku diparêze, parve bike. Bi pêşengiya jinan divê her alî bikaribin di vê pêvajoyê de rola xwe bilîzin. Ev meş xîtabî her kesî dike. Em ê piştî meşê jî daxwazên ji meclîsê re parve bikin. Meclîs jî wê ji komîsyonê re parve bike. Loma jî cihgirtina hemû jinan a bi hestên dîrokî ya di vê meşê de ji bo me gelekî girîng e. Ev di heman demê de xwedîderketina li pêvajoyê jî."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.