Zilm li gundiyan kirin

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:20

Li bajaroka Vartinîsê di sala 1993'yan de du caran leşker bi ser gund de digirin û zilmê li gundiyan dikin. Di operasyona ewilî de mala malbata Ogut ku dayik, bav û 7 zarokên wan di mal de bûn, hat şewitandin û di operasyona duyemîn de jî gundiyê bi navê Huseyîn Ûgûrlû di binçavan de winda dikin.

Li herêma çiyayî ya bajaroka Vartinîs ya girêdayî navçeya Têlî ya Mûşê di 2'yê cotmeha sala 1993'yan de di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkeran de şer derdikeve. Di şer de binefserek jiyana xwe ji dest dide. Li ser vê yekê Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrxasê Bulent Karaoglû, dema ku bi cenazeyê binefser re di nav Vartinîsê re derbas dibe, ji wesayîta xwe peya dibe û dibêje, “Ez ê îşev vî gundî bişewitînim, ez ê gund bi ser we de hilweşînim” û guleyan berî hewayê dide û diçe. Bersibeya 3'yê cotmehê de leşker bi ser gund de digirin û malbata Mehmet Nasir Ogut (43) û Eşref Ogut (43) û zarokên wan Sevîm Ogut (13), Sevda Ogut (12), Mehmet Şakir Ogut (11), Mehmet Şîrîn Ogut (8), Aycan Ogut (5), Cîhan Ogut (4) û Cînar Ogut (3) dişewitînin. Her wiha dayik Eşref Ogut di dema bûyerê de dûcanî bûye.

Tiştên ku li Vartinîs diqewimin tenê qetilkirina vê malbatê nîne. Di 10'ê cotmehê de ankû hefteyek paş ve leşker careke din bi ser Vartinîs de digire û zilamên gund tevan li baxçeyê şaredariyê kom dike. Di vê operasyonê de gundiyan tazî dikin û îşkenceyê li wan dikin. Piştre nêzî 20 gundiyan binçav dikin û wan dibin qerekola Mûşê. Li vir gundiyê bi navê Huseyîn Ûgûrlû ji gundiyên din vediqetînin û careke din agahî ji Ûgûrlû nayê girtin. Malbata Ûgûrlû gelek caran serî li saziyên rayedaran didin, lê belê ti encaman bi dest naxin.

Kurê Huseyîn Ûgûrlû, Veysel Ûgûrlû ku şahidê wan rojan e, behsa operasyonên wê demê kir. Veysel Ûgûrlû, diyar kir ku di 3'yê cotmeha 1993'yan de 3 gerîlayên PKK'ê ku yek ji wan birîndar bû çûne binê çiya yê Vartinîs. Veysel Ûgûrlû, anî ziman ku yek giliyê dike û leşker bi ser gund de digirin. Veysel Ûgûrlû, da zanîn ku leşker rasterast çûn cihê ku gerîla lê bûn û wiha behsa wan rojan kir: “Diyar bû ku kesê gilî kirî, cihê wan tam ji leşkeran re gotibû. Leşkerên rasterast derbasî cihê konûtan bûn, bi gerîlayên PKK'ê re ketin pêvçûnê. Di pêvçûnê de 2 gerîla jiyana xwe ji det didin û Fermandarê Qerekola Marnîkê jî tê kuştin. Gerîlayê duyemîn çawa dibe nizanim lê xelas dibe. Dû re leşker gund didin ber guleyan. Fermandarê Cendirmeyan ê Navçeya Dêrxasê Bulent Karaoglû, got ‘ez ê îşev vî gundî bişewitînim’ û diçe. Saet di 3'yê şevê de derdorê gund girtin û nehiştin ti kes ji malên xwe derbikeve. Leşkeran mala Nasir Ogut hat şewitandin û ew, hevjîna xwe û 7 zarokên xwe hatin şewitandin.”

AW / MÛŞ / BAZID EVRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.