Jiyana derwêşane ya milîtaniya APO’yî

Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:55

  • HPG-NRÇ’ê şehîdên Garê bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin.”

HPG-NRÇ’ê gerîlayên ku di sala 2018’an de li Garê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-NRÇ) derbarê şehîdan ev tişt diyar kirin:“Hevrêyên me Demhat Feraşîn, Cesur Spîndarok, Kendal Aras û Jîrwan Mahabad 17’ê Kanûna 2018’an li herêma Garê di êrîşa dijmin de şehîd bûn. Em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê bibin şopdarê xeta şehîdan. Partiya me PKK’ê xaka mirî ya li ser gelê Kurd hatî rijandin, rakir û li dijî polîtîkayên îmha û înkarê têkoşîneke bêhempa meşand. Hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan ji vê têkoşînê bandor bûn û her kêliya xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Bi hevrêtiyên xwe yên dilnizm, fedakar, kedkar û dirûst li her qadê bandorên kûr hiştin. Ji bo pêdiviyên jiyana şoreşgerî bêteredut bi cih bînin, hewldanek bêhempa raber kirin. Jiyana bi derwêşane ku yek ji taybetmendiyên milîtaniya Apoyî ye, di xwe de şênber kirin û mîrateyeke têkoşînê ya ku nayê jibîrkirin hiştin. Em ê timî bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd bidin jiyîn.

Li ser vê esasê em soza xwe nû dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyên me Demhat, Cesur, Kendal û Jîrwan dewrî me kirine, bi serketinê bilind bikin. Di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Ji hevrêyên xwe re bûne mînak

Hevrêyê me Demhat li Cizîra Botan a ku bi welatparêzî û berxwedana xwe bûye mînak, hate dinê. Di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Demhat bi perwerdeyan ruhê şoreşger û fedayî yê demê di xwe de afirand û îdîa kir ku bi rola xwe ya pêşengiyê rabe. Bi jiyan û pratîka xwe ev yek îspat kir. Hevrêyê me Demhat bi sekna xwe ya di jiyanê de û taybetmendiyên milîtaniya Apoyî, ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Cesur ji malbateke ku eslê xwe ji gundê Spîndarok ê li zinarên bilind ê Çiyayê Cûdî cih digire, li Edeneyê hate dinê. Di sala 2014’an berê xwe da Cûdî û tevlî nava refên gerîla bû.

Tevlî berxwedana ku li Başûrê Kurdistanê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tê raberkirin, bû. Piştî ku erkê xwe li Başûrê Kurdistanê bi rengekî serketî bi cih anî, hevrê Cesûr vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi hişmendiya ku milîtanek Apoyî divê her erk bi baldariyeke mezin pêk bîne tevdigere û li ser vê bingehê serketina xwe îspat kir.

Hevrê Kendal li navçeya Tekman a Erziromê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Bi biryardarî û coşek mezin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Kendal, her çend dereng tevlîbûna xwe ya li nava refên gerîla weke dezavantajek dît jî, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û çalak zû adepteyê jiyana çiyayî bû. Heval Kendal, ku bi saya kesayetiya xwe ya bi cewher û kûr, hevalan dixwestin pê re bixebitin. Her tim hewl dida ku ji hêla îdeolojîk û jiyanê ve xwe pêş bixe û bi awayekî hevgirtî tevlî hevalên xwe bibe.

Hevrê Jîrwan li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê jidayîk bû. Bi saya malbata xwe, ku ji eşîra Şêxan bû, ew di nav çand û kevneşopiyên Kurdî de li gorî cewhera xwe mezin bû. Têkoşîna fedaî ya milîtanên Apo li dijî dagirkirina herêmên Başûr û Rojava ji Kobanê heta Şengal û ji Kerkûkê heta Hewlêrê ji hêla DAÎŞ’ê ve, hişt ku hevrê Jîrwan rastiya Tevgerê bibîne. Weke ciwanekî welatparêz ê Kurd, wî xwe ji bo azadiya gel berpirsiyar hîs kir û biryar da ku tevlî têkoşînê bibe. Xebat û hewldanên hevrê Jîrwan ên ji bo di felsefeya Apoyî de kûr bibe, hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Di demek kurt de bû gerîlayekî HPG’ê yê jêhatî û bi tevlîbûna xwe ya rast û samîmî hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Demhat Feraşîn (Ûgûr Daniş), li Şirnexê jidayîk bûye, 17’ê Kanûna 2018’an li Garê şehîd bû.

Cesûr Spîndarok (Vedat Acar), li Edenê jidayîk bûye, 17’ê Kanûna 2018’an li Garê şehîd bû.

Kendal Aras (Cenap Hopîkoglû), li Erziromê jidayîk bûye, 17’ê Kanûna 2018’an li Garê şehîd bû.

Jîrwan Mahabad (Muawiye Kawa), li Hewlêrê jidayîk bûye, 17’ê Kanûna 2018’an li Garê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.