Zimanê dayikê nebe nabe ye
Duşem 6 Cotmeh 2025 - 03:45
Meşa "Bi hêviyê ber bi azadiyê ve" ku Tevgera Jinên Azad (TJA) di 1'ê Cotmehê de da destpêkirin, dewam dike. Di nava meşvanan de jinên ji komên cuda yên pîşeyî hene. Yek ji 250 jinên ku bi daxwaza aştiya civakî dimeşin mamoste Sîmge Yardim e. Sîmge Yardim ku bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê dimeşe, weke jinên din xwe ji bo Enqereyê amade dike.
Sîmge Yardim di dema meşê de axivî û destnîşan kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo avakirina civaka demokratîk nebe nabe. Sîmge Yardim diyar kir ku sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê bi mejiyekî yekperest ava bûye û vê yekê polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser gelan bêhtir kûr kiriye.
Mamoste Sîmge Yardim destnîşan kir ku meşa ji Amedê destpê kir bi giştî bi daxwaza aştiyê pêk tê û got:"Em bi daxwaza aştiyê ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Yek ji daxwazên me yên esasî jî naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Sîstema perwerdeyê ya li Tirkiyeyê salên dûr û dirêj bi feraseteke yekperestiyê tê meşandin. Îro jî bi heman ferasetê hewl tê dayin ku sîstema perwerdeyê bê dîzaynkirin."
Li pêş demokrasiyê asteng e
Sîmge Yardim ragihand ku ev polîtîka li pêşiya demokratîkbûnê astengiyeke mezin e û got:"Dema ku mirov ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve difiklirin, nenaskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ku bingeha avakirina civakeke demokratîk e, li pêşiya wergirtina perwerdeyê ji bo zarokan astengiyeke cidî ye. Astengkirina mafê perwerdeyê polîtîkayeke bi zanebûn a dewletan e. Ji ber ku em zanin, ji bo zarokên ku nikarin perwerdeya bi zimanê dayikê werbigirin ev rewş veguheriye amûreke asîmîlasyonê." Sîmge Yardim destnîşan kir ku mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ji ber vê yekê yekser bi pêvajoya aştiyê ve girêdayî ye û got:"Ji ber ku yek ji bingehên avakirina civakeke demokratîk, welatekî demokratîk ev e. Li her cihê ku em daxwaza aştiyê lê bînin ziman, em dibêjin ku divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin. Naskirina vî mafî bi rengekî fermî wê bê wateya sazîbûna aştiyê. Polîtîkayên aştiyê divê bi rengekî giştî bê guhertin. Bi taybetî ji bo zarokên keç û xwendekarên bi zimanê cuda yê dayikê perwerdeyê dibînin, ne mufredateke yekperest, divê mufredata aştiyê bibe esas. Eger em dixwazin civakeke demokratîk ava bikin, perwerde divê xwe bispêre aştî û wekheviyê." Sîmge Yardim diyar kir ku ew aştî û mafê perwerdeyê ji hev cuda nabînin û got:"Em çiqasî xwedî li aştiyê derbikevin, em çiqasî ji hev re qala pêwîstiya xwe ya bi aştiyê bikin, avakirina aştiyê jî wê ewqasî hêsan be. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bingeha aştiyê ye. Divê dest ji polîtîkayên asîmîlasyonê bêne berdan û pêwîstiya avakirina civaka demokratîk bi cih bê anîn."
ANF/EDENE